Cenazeyê Mahmût Demîrbag ê sala 2019’an li Erzînganê di şer de şehîd bû piştî 6 mehan ji aliyê malbatê ve hate wergirtin û veşartin.
Di 13’ê Tebaxa 2019’an de li navçeya Kemahê ya Erzînganê di şer de 3 gerîlayên HPG’ê şehîd bûbûn. Cenazeyê Mahmût Demîrbag ku yek ji wan e, piştî 6 mehan ji aliyê malbatê ve hate wergirtin.
Piştî ku bi numûneya DNA’yê ya malbatê piştrast bû cenaze yê Demîrbag ê li Goristana Bêkesan a Erzînganê ye, pêr ji aliyê malbata wî ve hate wergirtin û birin navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê.
Cenaze di bin dorpêçiya polîsên Tirk de li Goristana Mohrîsê ya Nisêbînê hate veşartin.
ANF/MÊRDÎN