Esnafên Balekayetî ya bi ser Hewlêrê jî malên Tirkî boykot dikin. Esnafên Balekayetî li ser mijarê dibêjin, malê Tirkî ziyanê digihîne aboriya Kurdistanê û divê bazirgan gelek girîngiyê bidin berhemên xwemalî.
Yek ji esnafên Bayekayetî Helwêst Xalemîr got; “Tirkiye li Rojavayê Kurdistanê timî xelkê Kurd dikuje û dagirkeriyê dike. Berê xwe nedin welatê Tirkiyeyê û pereyan li Tirkiyeyê xerc nekin.”
Esnaf Çiya Omerê ku dest bi boykotkirina malê Tirkî kiriye got; “Li şûna malê Tirkî bila bazirgan riyeke din bibînin û girîngiyê bidin berhemên xwemalî. Kirîna malê Tirkî ziyanek mezin dide aboriya Kurdistanê. Herwiha gelek ziyanê digihîne tenduristiya mirov jî.”
Esnaf Enwer Ebdullah diyar kir ku ji ber ku dewleta Tirk bi awayekî faşîstane êrişî birayên wan ên li Rojavayê Kurdistanê dike, dest bi boykotkirina malê Tirkî kirine û got, biryara dane neçin Tirkiyê.
Esnaf Enwer Ebdullah eşkere kir ku boykotkirina malê Tirkî wê gelek sûd bide aboriya navxweyî ya Kurdistanê
Di nava keka Tirkî de heb derket
Li Pîremegrûnê di nava cûreyeke kek ya malê Tirkî de heb derket. Ji ber vê sedemê bi biryara rêveberiya tendûristiyê ew cûre kek hate kom kirin û ji bo lêkolînê hate şandin. Qeymeqamiyeta Dukanê jî bang li welatiyan kir ku heya encamên lêkolînê derkevin, keka Luppo nekirin.
Qeymeqamê Qezaya Dukanê ya ser bi Silêmanî Sîrwan Serhed diyar kir wan li ser daxwaza Rêveberiya Tendûristiyê ya Dukanê keka Luppo bi sedema heb di navê de heye li markêteke bajaroka Pîremegrûn kom kiriye û ji bo lêkolînê şandiye Silêmaniyê.
ROJNEWS/NAVENDA NÛÇEYAN