Li navçeya Xurmatû ya ser bi Selahedînê, boykota mamostayên xwendina Kurdî dewam dike û mamosteyan doh çalakiyek jî li dar xist. Di çalakiyê de mamosteyan daxwaz kir ku tazmînata mamostayên ku mûçeyên wan hatiye dizîn, were dayîn.
Li navçeya Xurmatû ya Selahedînê ji 5’ê Kanûnê ve mamostayên xwendina Kurdî ji ber ku mûçeyên wan ên mehekê hatine dizîn û êdî nayê dayîn, dest bi çalakiya boykotê kir. Îro jî mamostayan çalakî li dar xist.
Mamostayan di çalakiyê de daxwaz ji Wezareta perwerdeyê kir ku tazmînata mamostayan bide yên ku mûçeyên wan hatine dizîn.
Yek ji mamostayan, Newzad Qadîr, got; “Çalakiya boykotkirinê wê dewam bike. Heta ku daxwazên me pêk tên. Heta mûçe bên dayîn, çalakî wê bidome.”
Pereyê hatî dizin 59 milyon û 250 hezar dînar e. Mûçeyên 86 mamoste û hişyedarên 7 dibistanan bû. Ev pere li ser reya di navbera bajaroka Kifrî û navçeya Xurmatû de ji aliyê kesên nenas ve hat dizîn.
ROJNEWS / XURMATÛ