
Elî Merdan sala 1904’an li Kerkûkê li taxa Tekiyeyê, di nava malbateke nîv halxweş de ji dayik bû. Elî Merdan ji zarokatiyê ve di Tekiyaya “Şêx Elî Talabanî” li Kerkûkê, dest bi xwendinê kiriye. Şêx Elî bi xwe jî dengxweşekî herêmê bû ku awayê Quranxwendina wî di nava gel de deng vedabû.
Destpêka karê hunerî
Elî Merdan ê hestnazik li pey qedera jiyana xwe digere û li gundê Heftexarê namîne. Berê xwe dide Bexdayê. Demekê bê kar û betal dimîne, heta ku diçe baregeha eskerî ya bi navê ‘Hinêdî’ ku wê demê îngilîz têde bûn. Der barê vê de wiha dibêje: “Rojê rêm girte ber bo Hinêdî Bûme îşkerî îngilîz û Hîndî Bo xom mamewe ew pênc şeş sal e Îsrahetim kird le şeqî xale.”
Cara yekem e ku Elî Merdan ber bi cîhana hunerî ve meşiya, li Kerkûkê di dîwanxana ‘Şêx Hesîbê Leylanî’ de, bû. Ew li wir ji bo yekemîn car meqamê ‘Ellaweysî’ ji zilamekî awazxwan yê bi navê ‘Xidir Baramî Çaweş’, hîn bû. Piştre bi awayekî berfirehtir bi lêxistina tembûrê meqam û awazên ‘Xorşîdî, Sefer, Hîcran, Kurd, Hore, Ay ay, Xawker û Qetar’ jî hîn bûye.
Her wiha Elî Merdan di hevpeyvînên xwe de behsa hinek sazjen, tembûrjen, tarjen, lêder, meqambêj û stranbêjan dike ku bi wan re rûniştiye û feyde ji tecrûbeyên wan kiriye.
Ew navê wan wiha rêz dike: Axa Zenonî Murad, Fars Nadir, Elekey Sefer, Eseid Silêman, Behram Mihemed, Ewrehman Cebar, Mistefa Qûrbanî, Yûnis Ehmedî, Resûl Elîaxa, Muhyeddîn Rizayî, Reşd Sadiq û Seyfeddîn Adehî. Her wiha mîna ku mamoste Elî Merdan aşkera dike, li Kerkûkê bi hunermendê navdarê kurd Seyîd Elî Esxerê Kurdistanî re, 40 şevên xweş û tijî şahî derbas kirine.
Ew li wir di hizûra mamosteyekî mîna Seyîd Elî Esxerê Kurdistanî de, hînî remiz û razên hunera kurdî jî bûye. Merdan çavpêkevtineke xwe ya rêzdar ‘Kemal Reûf Mihemed’ wiha dibêje: “Ew yekemîn kes bû ku di sala 1924’an de, li kûmpanyaya Homu Kurd, stran li ser qewanan, tomar kirine.”
Şano û Helbestvanî
Merdan xeynî stranbêjiyê gelek helbest jî nivîsandine û piraniya wan jî wî bi xwe ji xwe re kirine meqam û stran. Her wiha Elî Merdan dide diyarkirin ku ji xeynî meqam û besteyan, di salên 40’î û 50’î de, di çend şanoyên radyoyê de jî beşdarî kiriye.
Elî Merdan ku pir evîndarê hînbûnê bû, zû li ser şaxên cur bi cur ên hunerê bi awayekî zanistî, zanyariyên xwe zêdetir kirin. Ji bo wê jî war bi war digeriya ku agahiyên xwe li ser meqam, rengên muzîka kurdî û muzîka Rojhilata Navîn, zêdetir bike.
Merdan, di destpêka ciwaniya xwe de, ji tecrube, azmûn û zanyariyên tembûrjen û dengbêjên mîna “Kamil Tepeloyî, Mihemed Xelîl Axayê Meqambêj, Seyîd Ehmedê Asinger, Hacî Neimanê Qesab û Xalo Elî Qelayiyê Kerkûkî, gelek mifa stand.
Piştî ku evîna xizmetkirina huner û strana kurdî jî ew paldan ku xwe bigihîne radyoya kurdî li Bexdayê, bi israreke bêdawî li hizûra hunermendên îranî “Murteza Xanê Isfehanî, Esxer Hemedanî, Mihemed Seîd Sabilaxî û Yehiyaxanê Tarzen” hînî şaxên din yên hunerê bû.
Meqamên Kurdî
Navê meqamên kurdî bi kar û xebata mamoste Merdan, ketin ber tîrêjên ronahiyê. Beriya ku ew meqamên kurdî bixwîne û lêkolînê li ser nasnameya wan bike, kesek tunebû ku nav û bingehê wan derxîne pêşberî ronahiyê. Gelek hunermendan kurd û biyanî, piştî karê radyoya kurdî li Bexdayê, bi bihîstina awazên Elî Merdan, meqamên kurdî bihîstin û nas kirin. Hunermend Bakurî di pirtûka xwe ya bi navê “Goranîbêje nemirekan” de, der barê Elî Merdan de wiha dibêje: “Çiqas ew mirovê nazik xiyal, ew meqambêjê resen, wî mamostey xwe bi meqaman re westand.
Çi di çaxê ciwaniyê de ku gund bi gund digeriya ji bo ku meqaman hîn bibe, çi jî piştî hînbûn û piştre gotin, şîrovekirin û li ser qewanan tomarkirina wan di destpêka sedsala 20’an de û heya damezirandina radyoya kurdî li Bexdayê di sala 1939’an de, çiqas westiyayî bû, çiqas tehlî kişandin!” Merdan di hevpeyvînekê bi “Ehlam Mensûr” re wiha dibêje: “Meqam… ey hewar… ay!… Meqam ji devê min derneketiye ku bi giriyê re nebe!. Ay ger mirov dilnazik û xwedî êş û jan be, divê qet xwe nêzî meqama neke û rastî wan neyê. Mirovê dilreq ji meqaman re gerek e. Ger wiha nebe, ew ê bihele û çiqas bihêz û geş be, yê wî bipelixîne!”
Koça dawî ya Merdan
Merdan 24’ê tîrmeha 1981’ê li bajarê Bexdayê wefat kir û li goristana Şêx Mihyedîn ya bajarê Kerkûkê hat veşartin. Wî wesiyet kiribû ku li goristana Seywan ya bajarê Silêmaniyê bê veşartin, lê ev wesiyeta wî bi cih nehat. Sedem jî şerê di navbera Îran û Iraqê û rewşa taybetî ya li Kurdistanê bû. Di roja îro de gelek hunermend hene ku stranên Elî Merdan ji nû ve dixwînin. Ev jî vê rastiyê bi me dide selmandin ku kar û hunera Elî Merdan bûye serokaniyek ji nifşên piştî wî re. Heya niha koma Kamkaran, Ednan Kerîm, Kerîm Kaban, Mihemed Reûf Kerkûkî, Necmedînê Xulamî û Nasir Rezazî, stranên wî ji nû ve xwendine.
Pêvajoya Radyoya Bexdayê
Stranên hunermendê nemir Elî Merdan yên mîna “Ay çendim xoş ew ê, Kiras Kuderî, Ew çawe ciwane, Xom û Ûdekem, Fatime du çawî mestit, Key dêtewe, Be yadimke, Şede şil, Giyane besyetî, Erûy Oxir, Gule Bax, Perçem û Egirîce, Kolan be kolan, Çend carim wit, Rencî bêwerim, Yar derwa û bi dehan stranên din li ser navê wî di nava gel de belav bûn. Merdan xwedî ekolek serbixwe bû. Di radyoya kurdî deqederê 25 salan xebitî û li rex hunermendên herî mezin di “komîta helsengandina deng û nirxandina berhemên hunerî” de bû. Her wiha çend salan jî di “xwendingeha nimuneya kuran” de li bajarê Bexdayê, mamosteyê Solfêc jî bû.
Merdan ku cara yekê di sala 1940’an de li radyoya Bexdayê dest bi strîna meqam û stranên kurdî kir, di her ahengekê de ku saetekê an jî zêdetir dewam dikir, bi tenê dînar û nîvek iraqî ji îzgehê radyoya kurdî distand.
FRANKFURT