Hêzên muxalefeta Sûriyeyê yên ku di Kongreya Qahîreyê li hev civiyan, carek din piştrast kirin ku dema mafên Kurdan û nasnameya wan dibe mijara nîqaşê ew ne kêmî rejîma Beşar Esed nijadperest û mafxwer in. Hêza ku ji her kesî zêdetir nasnameya Kurdan inkar dikir, Meclisa Stenbolê ya di bin kontrola rêxsitina Birayên Misliman de bû. Bi riya vê meclisê dewleta Tirk  dikarîbû tevahiya muxalefeta Şamê bixin bin desthilatdariya xwe û wê bi siyaseta xwe ya înkarê li dijî gelê Kurd ê rojavayê Kurdistanê girêbide û li gor xwestekên xwe bide xebitandin.
Wezîrê Karê Derve yê Tirk  Ahmed Davutoglu li ser serê Meclisa Stenbolê bû. Wî çavdêriya liv û tevgera vê meclisê li Qahîreyê dikir. Ya girîng ew bû ku di ‘peymana niştimanî’ de navê Kurdan wek netew derbas nebe. Ev yek di dawiyê de pêk hat û bû sedema nerazîbûna nûnerên Kurd. Derketina muxalefeta Sûriyeyê ya li himberî nasname û mafên Kurdan li xweşiya Yekîtiya Ereb jî çû. Fikrê netewperest yê Ereb hewl dide netewa Kurd înkare bike û her car diyar dike ku ew ‘ji peydabûna senaryoyeke mîna bakurê Iraqê’ li Sûriyeyê ditrse.
Di dema ku muxalefeta Ereb Kurd wek netew di Sûriyeya paşerojê de qebûlnekir, qaşo ‘hebûna Tirkmenan’ hate çesipandin. Ev yek bi biryara dewleta Tirk  hate kirin. AKP’ê ji destpêka serhidldana gel a Sûriyeyê hewl dide ‘hêzên’ Tirkmenan bicivîne ser hev û wan bike yek qewet. Di vê dema dawî d e li Stenbolê partiyek Tirk menên Sûriyeyê hate avakirin. Tê payin ku ev partî rola ‘eniya Tirk men“ ya li başûrê Kurdistanê bilîze. Niha hewldanek heye ku hemû mirovên bi eslê xwe Tirkmen an jî bav-kalên wan ji ‘welatiyen împeratoriya Osmanî’ bûn, xwe mîna Tirk men bidin qebûlkirin. Bi yekê tê xwestin, tevî ku piraniya van malbatan bûne Ereb û gelek ji wan di nava partiya al-Baht ya bi navê netewperestiya Ereb bang dike, postên girîng girtine.
Dewleta Tirk û AKP li ser 2 eniyan şerê Kurdan dike. Eniya siyasî ku ew hewl dide bi riya hevalbend û ajanên xwe yên di nava muxalefetê de qet destûrê nede wê yekê ku Kurd mîna netew û gel li Sûriyeyê bêtin nasîn. Qet heremek bi navê ‘rojavayê Kurdistanê’ neyê meydanê. Qet forma ‘Xweseriya Demokratîk’ neyê erêkirin. Heta niha ev yek tam pêkhatiye. Hêzên Ereb yên ku destekê ji Tiriye, Qeter û Erebîstana Siûdî digrin her roj xurtir dibin û helwesta wan a dijminane li dij hebûna gelê Kurd dijwartir dibe. Eniya AKP’ê ya din li himberî Kurdan ew jî eniya eskerî ye. AKP bi riya komên çekdar yên girêdayî wê yên mîna ‘artêşa Azad’ û komên din, hewl dide bajarên Kurdan bixe nava tevliheviyek mezin û xwînê li wir biherikîne. Jixwe li gorî belgeya dewleta Tirk a ku li Hewlerê deşîfre bû, AKP bi riya hin kesayetiyên Kurd ên mîna Selah Bediraldîn û Abdulbasit Seyda dixwaze Kurdan bera hev bide û wan bi hev bide qetilkirin.
Di vê dema dawî de hin komên çekdar yên ajanên AKP’ê ku hin Kurd jî cihê xwe di nav de digrin, êrîş birin ser komîteyên parastinê yên PYD li Efrînê û ciwanekî Kurd bi navê Çekdar qetil kirin. Herema Efrînê wek hedef tê nîşandan, ji ber 2 sedeman; Ya yekem ew nêzîkî heremên şerê mezhebî ye. Nêzîkî Idlib û bejahyia Helebê ye. Li wir dewleta Tirk û komên çekdar dixwazin heremek tampon ava bikin. Ev yek bêyî lawazkirina hêzên Tevgera Azadiyê li Efrînê ne guncave.
Ya duyemîn jî ew e ku Efrîn di dîroka Tevgera Azadiya Kurdistanê de xwedî rolek girînge. Bi sedan ciwan û keçên Kurdan ji vê heremê tevî serhildana Kurdan bûne û li dijî dagirkiriya dewleta Tirk têkoşîn meşandine. AKP dixwaze tolê ji Kurdên welatparêz ên Efrînê bistîne. Ew dixwaze bi riya ajanên xwe ji komên çekdar hêza PYD ya berz li vê heremê lawaz bike.
Kesayetî û partiyên Kurd yên li kongreya Qahîrê amade bûbûn dema bihîstin ku hêzên muxalefeta Ereb dixwzin Kurdan marjînal bikin û hebûna wan inkar bikin yekser xwe kişandin. Ev helwesteke baş e. Lê belê divê bê zanîn ku dewleta Tirk û AKP baş dizanin ku piraniya van hêzan lawaz û bê bingeh in. Dizanin ku ev hêz ne xwedî derfet in ku karibin Kurdan li rojavayê Kurdistanê biparêzin. Divê baş bê zanîn ku AKP ‘ava Kurdên Rojava qam kiriye“ ji ber hindê ew hesabê wan nake. Lewra divê di zûtirîn dem de yekîneyên parastinê bi beşadriya hemû hêzên Kurdan werin avakirin. Divê Tevgera Azadîxwaz ya Kurdistanê û Hikûmeta Herema Başûrê Kurdistanê jî çavdêriya vê yekê bikin û hemû derfetan ji bo parastina Kurdên Rojava bînin meydanê. Eger hêzên Kurdan yên çekdar hebin û di bin yek biryarê de bin, dê ev yek ji bo komên ajanên AKP’ê metirsiyek be û dikare li pêşiya pîlana wan ya ji bo têkbirina heremên rojava, bibe asteng.
Li Sûriyeyê şerekî mezhebî heye. Hêzên Sunî alîkariya madî û eskerî ji Tirkiyeyê û welatên Ereban digrin. Rejîm jî alîkariya Îran û Iraq û hêzên Şîi, li gel Rûsyayê distîne. Divê Kurd nebin ‘xeleka qels’ û ji ber qelsbûna xwe rastî êrîşên çekdarî werin. Divê hêza wan ya xweparastinê hebe. Ji ber vê yekê pêwîstî bi hevkariya tevahiya hêzên Kurdistanî heye.
Divê netewa Kurd hemû xwedî li vî beşî derkeve û stratîjiyek destnîşankirî, hevbeş û xuya ji bo parastina Rojava nîşan bide.