Ev 50 roj in xelkê Amed, Mêrdîn û Wanê li dijî desteserkirina şaredariyên xwe li ber xwe didin. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli, qala wateya berxwedana xelkê Amedê kir û çavdêriyên xwe yên ji hevdîtinên li Tirkiye û Ewrûpayê ragihand. Mizrakli diyar kir, ku li dijî çalakiyên protestoyî ji roja destpêkê ve polîsan dest bi êrişê kirin û got: ”Li pêşberî van êrîşan ti carî me jî ji sekna xwe tawîz neda. Jin, ciwan, extiyar, zarok her kesên beşdarî vê berxwedanê bûne, xwedî helwesteke bi biryar in.
Mizrakli di dewama axaftina xwe de diyar kir ku ew li qada berxwedanê her roj peyamên xwe radigihînin û got, “Ji rêxistinên civakî yên sivîl ên Tirkiyeyê, partiyên siyasî, beşên cuda yên civakê, hunermend, rewşenbîran bi xurtî beşdarî çalakiyê dibin. Ji ber vê yekê ez vê deverê weke qada geşkirina berxwedanê dibînim. Ev dever li dijî rejîma şexsekî û rejîma zordariyê, weke qada nirxên demokrasiyê û hiqûqê, azadiya mafê mirovan û sekna bi biryar a li dijî darbeya siyasî ye. Ev dever hêzê dide bajarên rojavayê Tirkiyeyê, di heman demê de peyama ‘Dikarin hin biryaran werbigirin, lê biryarên wan wê li îradeya civakê bikevin û li wan vegerin’ ji kesên li Tirkiyeyê re radigihîne. Ji ber vê yekê bloka AKP-MHP’ê êdî nerewa ye.”
AMED