
Li navça Qosera Mêrdînê Newroza îsal li qada otogarê bi tevlîbûna 50 hezar kesî hat pîrozkirin. Tevî hemû pêkûtiyên derûnî yên hêzên polîsan jî bi deh hezaran kes herikîn qada Newrozê û Newroz bi coş pîroz kirin. Bi deh hezaran kesî posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan vekirin û dirûşmeyên dilsoziya xwe bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re vedibêjin qîriyan. Pîrozbahiya Newrozê ji bo kesên di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe jidest dane bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Bi destpêkirina rêzgirtinê re deh hezaran bi yek dengî dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" qîriyan. Jinan bi cilên netewî û fîlamayên kesk û sor û zer qada newrozê rengîn kirin. Li qadê standa îmzeyan ya ji bo nasîna statûya Kurdan, daxwaza perwerdehiya zimanê zikmakî û mafê xwe bi xwe birêxistinbûna Kurdan hat vekirin û îmze hatin komkirin.
Tevî ku erkdarên şaredariyê destûr nedan jî polîsan ji ser avahiya şaredariya Qoserê bi kamerayan dîmen kişandin. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk Ahmet Turk, Parlementerê BDP'ê yê Sêrtê Osman Ozçelîk, Hevserokê BDP'a Qoserê Omer Turgay, Cîgira Şaredarê Qoserê Şerîfe alp jî tevlî Newrozê bûn. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk Ahmet Turk dema ku derket ser dikê coşa gel derket asta herî jor. Turk diyar kir ku polîtîkayên AKP û Fettullah Gulen ên li dijî Kurdan îflas kirine û anî ziman ku Kurdan tevî hemû zilmê di Newrozê de dîsa azadiya xwe qêriya.
Turk: Em ji bo mirinê amade ne
Turk got; "Em ê têkoşîna xwe bi azadiyê bi encam bikin. Polîtîkaya ku li ser Kurdan tê meşandin êdî îflas bûye. Di pîrozbahiyên doh de me salên 90'an jiyan. Em ji wan kesên ku difikirin Kurdan bi pêkûtî û çewisandinê dê bêdeng bikin re dibêjin; em li vir in û dengê xwe yê azadiyê bilind dikin. Belê dem bi dem êrîşî me dikin. Em li Êlihê rastî êrîşê hatin. Wisa difikirin ku dê me bitirsînin. Em ji mirinê re amade ne. Em ê di riya gelê xwe de bimeşin. Bila canê me qurbana gelê me bibe."
Turk anî ziman ku azadiya xewna gelê Kurd e û dê tukes nikaribe dest biavêje vê xewnê. Turk destnîşan kir ku ew ê kes nekaribe têkoşîna azadiyê asteng bike û wiha dawî bi axaftina xwe anî: "Doh dewletê li Êlihê teror meşand. Li wê derê bi hestên tolhildanê êrîşî gel kirin. Lê ez li vê derê aşkera dibêjim; Me zincîrên tirsê ji zû de şikandine. Em natirsin. Ew zincîr nikarin me girê bidin. Piştî axaftina Turk Koma Dengê Jinên Azad derket ser dikê û stranên Kurdî, tirkî strîn.
DÎHA/MÊRDÎN
Li her derê agirê Newrozê
Li seranserê Kurdistanê ji herêma Botanê heta Serhedê û heta bi metropolên Tirkiyeyê biçûk mezin li her derê Newroz hate pîroz kirin.
ŞIRNEX: Li Şirnexê jî ji serê sibê de bi hezaran welatiyên ku li tax û kolanan gihiştin hev berê xwe dan qada Newrozê. Bi hezaran kesên ku li hev kom bûn û ber bi qada Newrozê ve meşiyan bê navber dirûşma "Bijî Serok Apo" berz dikin. Li qada Newrozê wêneyê 34 kesên di komkujiya Roboskê de jiyana xwe ji dest dan, wêneyên Parlemementerê BDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, Selma Irmak û şaredarên girtî hatin vekirin.
QERS: Li Qersê di saetên serê sibê de welatiyên ku ji navçe û taxan hatin berbi qada Cumhuriyetê ve herikî. Li qada Newrozê panqarta Newroz pîroz be, Ji bo jiyanek bi rûmet An azadî an azadî hate vekirin û her wiha bê navber dirûşmeyên Bijî Newroz, Bijî serok Apo hate berzkirin.
AGIRÎ: Li Agiriyê jî bi hezaran kesên ku ji ber avahiya BDP'a Agiriyê civiyan û xwestin heta qada Newrozê bimeşin rastî êrîşa polîsan hat. Ji ber gel di meşa xwe de bi israr bû, aloziyeke demkurtî derket. Li gel hemû muaxaleyan bi hezaran kes li qada Pazara Kayê kom bûn û bi pankart û dirûşmeyên xwe li qada Newrozê cejna Newrozê pîroz kir.
ÇELÊ: Li navçeya Çelê ya Colemêrgê li qada tenişta Girtîgeha Berê Newroz bi coşek mezin hate pîrozkirin. Bi hezaran kes tev li pirozbahiyê bûn.
ELKÊ: Li Elkê ji bo êrîşa doh li Êlihê li hemberî Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk Ahmet Turk şermezar bikin dikandarên Elkê derebeyên dikanên xwe venekirin. Her wiha bi hezaran kes ji bo Newrozê pîroz bike jî herikîn qada Newrozê. Li qada ku bi rengên kesk û sor û zer hat xemilandin.
QILEBAN: Li navçeya Qilebanê ya Şirnexê jî li qada futbolê mitînga Newrozê pêk hat. Li qada Newrozê ji bo 4 daxwazên kurdan ên Makezagonî standa îmzayan hate vekirin.
ELBAK: Li navçeya Elkake ya Wanê jî Newroz li qada tenişta Dibistana Fatîhê ji aliyê hezaran kesan ve hate pîrozkirin. Piştî pîrozbahiyê bi hezaran kesan ji bo êrîşa li dijî Ahmet Turk şermezar bike heta qada navçeyê meşiyan.
ERDÎŞ: Li navçeya Erdîşê jî bi hezazaran kesên ku ji serê sibê de ji malên xwe derketin li qada Newrozê ya tenişta Rêya Sanayiyê kom bûn. Di mîtînga Newrozê de Parlementerê BDP'ê Nazmî Gur, êrîşa polîsan a li diji Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk şermezar kir.
EBEX: Li navçeya Ebexa Wanê jî li qada Pazara Sewalan a berê pêk hat. Bi hezaran kesên ku cil û bergê xwe yê neteweyî li xwe kir bi coşek mezin Newroz pîroz kir.
PAYIZAVA: Li navça Payîzavaya Wanê jî pîrozbahiyên Newrozê bi tevlêbûna hezaran kesan pêk hat.
QERQELÎ: Li navçea Qelqeliya Wanê jî Newroz li pêş Mala Mamoseyan pêk hat. Li gel Şaredarê Wanê Bekîr Kaya, Şaredarê Qelqeliye Murat Durmaz, endam û rêveberên BDP'ê jî di navde bi sedan kesên ku li qada Newrozê kom bûn bi govend û muzîkê Newroz piroz kirin.
WESTAN: Li navçeya Westanê ya Wanê jî bi hezaran kesên li qada Garajê kom bûn Newroz pîroz kirin.
BEYGIRÎ: Li navçeya Beygiriyê ya Wanê jî Newroz li Garajê hate pîrozkirin. Li gel endam û rêveberên BDP'ê bi sedan kes tev li pîrozbahiyê bûn.
BAZID: Li navça Bazida Agiriyê jî bi 10 hezaran kesî berê xwe da qada Newrozê. Li qadê pankartên li ser; "Bila tecrîd û operasyon bidawî bibin", "Newroz derbeya li hemberî zilmkariyê ye" nivîsandî vekirin.
GIYADÎN: Li navçeya Giyadinê jî bi sedan kesên li ber avahiya BDP'ê kom bûn ber bi qada Mal ve meşiyan. Girseya ku li qada Mal kom bûn bi def û zurneyan Newroz pîroz kir.
GIMGIM: Li navçeya Gimgim a Muşê li ber Navenda Çandê nêzî 10 hezar kesî tevli pîrozbahiya Newrozê bûn. Koma ku di nava wan de Parlamenterê BDP'ê yê Muşê Sirri Sakik jî hebû ji ber avahiya BDP'ê heta qada newrozê bi dirûşmeyan meşiyan.
NORŞÎN: Li navçeya Norşîn a Bedlîsê li qada pişt Mala Mamsoteyan Newroz hate pîroz kirin.Li Qada Newrozê di çarçoveya kampanyaya 'Ez kurdim zimanê xwe dixwazim de' îmze hatin avêtin.
XÎZAN: Li navçeya Xîzan a Bedlîsê j îli qada Cumhuriyetê Newroz hate pîroz kirin. 2 hezar kes tevli Newrozê bûn.
SEMSÛR: Li Semsûrê Newroz bi tevlêbûna hezaran kesan hate pîrozkirin. Pîrozbahî li qada Newrozê pêk hat.
ÇEWLÎK: Li Çewlîkê jî bi hezaran kes ji serê sibê de li Qada Newrozê ya Otogarê kom bûn û Newroz pîroz kir. Girsê bê navber dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe", "Şehit namirin" berz kirin.
MISIRC: Li navçeya Misircê ya Sêrtê jî bi hezaran kes li qada tenişta Rêyê Hesin kom bûn û Newroz pîroz kir. Bi hezaran kesên cilên neteweyî li xwe kir rengekî zindî da pîrozbahiyê.
BISMIL: Li navça Bismila Amedê bi hezaran kesên ji çar aliyên navçê ber bi qada Newrozê ya li taxa Akpinarê ve herikîn. Li qada ku bi rengên kesk û sor û zer hat qemilandin posterê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Halîl Îbrahîm Oruç'ê ku di 12'yê Hezîrana 2011'an de bi gulleya polîsan hat qetilkirin hat daliqandin.
HEZEX: Li navçeya Hezexê ya Şirnexê piştî bûyerên duh îro jî bi sedan kes li taxa Atakentê hatin cem hev û Newroz pîroz kirin. Di qadê de sloganên "Bijî Serok Apo" û "PKK gele gel li vir e" hatin berzkirin. Di pîrozbahiyê de êrîşa li dijî Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk hate şermezarkirin.
FARQÎN: Li navçeya Farqînê ya Amedê jî bi hezaran kes bi sloganên "Bijî Serok Apo" li Qada Azîzoglu hate cem hev. Li qada Newrozê gelek posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alên Konfederalîzma Demokratîk hatin vekirin.
ERXANÎ: Li navçeya Erxeniyê ya Amedê jî bi hezaran kes li ber avahiya BDP'ê hatin cem hev û ber bi qadana Newrozê ve meşiyan.Di pîrozbahiyê de sloganên "Be Serok jiyan nabe" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin.
HîLVAN: Li navçeya Hîlvanê ya Rihayê jî Newroz li qada vala ya li ber riya Mizgefta Yuva hate pîrozkirin. Bi hezaran kes bi cil û bergên gelerî tevlî pîrozbahiyê bûn.
ŞEMREX: Li navçeya Şemrexê ya Mêrdînê jî bi hezaran kesan Newroz pîroz kirin. Li navçeyê serê sibê bi hezaran kes ber bi qada mitîngê ve dest bi meşê kir. Li qadê pankrata ''Welatê Demokratîk, netewa demokratîk û komara demokartîk" hate daliqandin.
SERÊ KANIYÊ: Li navçeya Serê Kaniyê ya Rihayê jî bi tevlîbûna hezaran kesan Newroz hate pîrozkirin.Mitînga Newrozê li qada Bazara Semt pêk hat.
SÎVÊREK: Girseya piştî mitînga Newrozê ya Sîverekê ya Rihayê dest bi "Meşa Azadiyê" kir rastî êrîşa polîsan a bombeyên gazê û ava şid hat. Ciwanan jî bi keviran bersiva polîsan da.
HAWÊL: Li navçeya Hawêlê ya Sêrtê jî bi tevlîbûna sedan kesan Newroz hate pîrozkirin. Li qadê sloganên "Bê Serok jiyan nabe" û "Destên dirêjî Ahmet Turk dibin bişkên" hatin berzkirin.
DEP: Li navçeya Depê ya Xerpêtê jî li qada otogarê mitînga pêk hat. Li qada Newrozê pankratên "Newroz a Mazluman e" û "An azadî an azadî" hatin daliqandin.
HEZRO: Li navçeya Hezro ya Amedê jî li ber PTT'ê Newroz hate pîrozkirin. Piranî jin bi sedan kes tevlî mitîngê bûn. Mitîng bi slogan û govendê berdewam dike. Li aliyê din leşker li gundên derdorê geriyan û ji wan re gotin "Heke hun biçin Newrozê em dê ceza ji we re bibirin."
MEHSERT: Li navçeya Mehset a Mêrdînê jî li taxa Yenî bi tevlîbûna hezaran kesan Newroz bi mitîngekê hate pîrozkirin. Li qadê pankrata ''Newroza we pîroz be'' hate daliqandin.
KARAZ: Li navçeya Karazê ya AMedê jî bi hezaran kesan li taxa Şêxşerafettîn li qada futbolê hate pîrozkirin. Li qadê sloganên ''Bijî serok Apo'' û ''an azadi an azadi'' hatin berzkirin.
HEZO: Li navçeya Hezo ya Êlihê jî bi hezaran kesan li Qada Futbolê Newroz pîroz kirin. Li qadê pankratên "Ji bo jiyanek rûmet an azadî an azadî" û "Dest nedin vina min a siyasî" hatin daliqandin.
PÎRAN: Li navçeya Pîranê ya Amedê jî li Qda Çeşme bi hezaran kesan bi çoş Newroz pîroz kir. QAda Newrozê bi rengên kesek, sor û zer hate xemildan.
HÊNE: Li navçeya Hêne ya Amedê jî Newroz li qada futbolê bi tevlîbûna sedan kesan hate pîroz kirin. Piştî agirê Newrozê hate hilkirin pirozbahiyê dest pê kir. Di pîrozbahiyê de bertek lî dijî mudaxeleyên polîsan hate dayîn.
LÎCE: Li navçeya Lîceyê ya Amedê jî li qada Bahtiyar Aydin bi tevlîbûna hezaran kesan Newroz hate pîrozkirin. Di qada Newrozê de sloganên "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin. Di mitîngê de êrîşa li dijî Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk hate şermezarkirin.
GÎRÊMÎRA: Li bajaroka Gîrmelî ya navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê jî bi hezaran kesan bi coş Newroz hate pîrozkirin. Gelek rêveberên BDP'ê, şaredarên derdorê û welatî tevlî pîrozbahiay Newrozê bûn. Di pîrzbahiyê de gelek slogan ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin berzkirin.
MÎDYAD: Li navçeya Midyadê ya Mêrdînê jî agirê Newrozê bi tevkariya kurd, erep, suryaniyan hate hilkirin. Bi hezaran kesan serê sibê ber bi qada Newrozê ve herikî û li 6 nokteyan ketin qadê. Li qada mitîngê ji bo 4 daxwazên gelê kurd stand hate vekirin.
ÇINAR: Li navçeya Çinarê ya Amedê jî bi girseyî Newroz hate pîrozkirin. Di qada Newrozê de posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin vekirin û pankata ''Newroz piroz be'' hate daliqandin
BÎSMÎL: Li navçeya Bîsmîlê ya Amedê girseya piştî mitînga Newrozê dest bi meşê kir rastî mudaxeleya polîsan a bombeyên gazê û ava şid hat. Şaredara Bîsmîlê Cemîle Emînoglu jî di nav de gelek kes ji ber gazê bi bandor bûn. Ciwanan jî bi keviran bersiva polîsan da.
DORTYOL: Bi hezaran kurdên ku li navça Dortyola Hatayê dijîn daketin qadan û Newroz pîroz kirin. Piştî axaftinan Newroz bi vêxistina agirê Newrozê gerandina govendê dewam kir.
SARUHANLI: Li navça Sulhanliya Manîsayê jî bi tevlîbûna bi hezaran kesî agirê Newrozê hat vêxistin. Di pîrozbahiya ku pankarta li ser; "Edi bes e, an azadî an azadî" nivîsandî hat daliqandin.
TARSUS: Navça Tarsûsa Mêrsînê jî Newroz bi coş hat pêşwazîkirin. Dema ku Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş û parlementerê BDP'ê yê BDP'ê Sirri Sureyya Onder hatin qadê coşa gel derket lutkeyan.
EDENE: Li Edeneyê Newroz ji aliyê 10 hezaran kesan ve bi coşek mezin hate pîrozkirin. Bi deh hezaran kesan got "An azadî an azadî, ji Ocalan re azadî, ji gelê kurd re statu". Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattin Demîrtaş jî di mîtînga Newrozê de diyar kir ku ji bilî berxwedanê tu rê li pêş gelê kurd nehatiye hiştin û gelê kurd dê bi berxwedanê azadiya xwe bi dest bixe.
BURSA: Bi sedan kesên ku li qada Gokdereya Bursayê civiyan Agirê Newrozê geş kirin. Li qada ku govend hatin gerandin û dirûşme hatin berzkirin de gel dilsoziya xwe ya bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan anî ziman.
TEKÎRDAG: Bi sedan kurdên li Tekîrdagê jî vê şeveqê herikî taxa Çorlu Saglikê. Li qada ku bi rengên kesk û sor û zer hat xemilandin mitînga Newrozê bi gerandina govendê didome.
ÇANAKKALE: Li Çanakkaleyê jî Newroz li qada ku şaredariyê diyar kiriye û taxa Esenlerê hat pîrozkirin. Kurdên li Çanakkaleyê eleqeyeke mezin nîşanî pîrozbahiyê kir.
KIRKLARELÎ: Li Kirklarelî û Edîrneyê jî Newroz li qada îstasyonê ya Luleburgazê hat pîrozkirin. bi sedan kesên ku lihev civiyan coşa Newrozê jiyan. Li qada ku govend hatin gerandin de dirûşmeya; "Bijî biratiya gelan" hat berzkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN