Meclîsa Zagonsaz di 2’yê Nîsanê de lîsteya Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê ya nû ku ji aliyê Ebdulkerîm Sarûxan ve hatibû destnîşankirin, erê kir û pêşkêşî Hevserokatiya Kantona Cizîrê kir. Hevserokatiya Kantona Cizîrê jî îro bi biryarnameya hejmara 8, a sala 2016’an, lîsteya meclîsê ku ji serokê meclîsê, hevserokên desteyan û cigîrên wan pêk tê, erê kir.

Hevserokên Kantona Cizîrê Hêva Ebdulîlah Erebo û Himêdî Deham El-Hadî li navenda hevserokatiyê ya Rimêlan biryarname îmze kir.

Piştî ku Ekrem Hiso ji serokatiya Meclîsa Rêveber veqetiyabû û di sîstema meclîsê de hinek guhertin hatibûn kirin, Hevserokatiya Kantona Cizîrê di 12’ê adarê de Serokê Desteya Parastinê Ebdulkerîm Sarûxan ji bo avakirina Meclîsa Rêveber a nû erkdar kiribû. Li gorî sîstema nû hejmara desteyan ji 22´yê daket 16’an.

Sarûxan di civîna 9’an a Meclîsa Zagonsaz de navên ku diyar kiribûn, pêşkêş kirin û bi piraniya dengan hate erêkirin.

Di rojên pêş de wê endamên Meclîsa Rêveber a Nû li pêşberî Hevserokatiya Kantonê sûnd bixwin û dest bi karê xwe bike. 


 QAMIŞLO