Piştî qirkirina 3´ê Tebaxa 2014´an a li dijî civaka Êzîdî ya li Şengalê, li seranserê dinyayê civatên Êzîdî dest bi xwerêxistinê kirin da ku pêşî bigirin li komkujî û qirkirinên muhtemel. Yek ji gavên elaqedarî vê birêxistinbûyînê jî li bajarê Elmanya Lertê Meclîsa Dîaspora ya Şengalê 21´ê Sibata 2015´an hat damezrandin. Hevalên me Erkan Gulbahçe û Îbrahîm Bûlak bi Serokê Meclîsa Dîaspora a Şengalê Fikret Igrek re peyivîn. 

Igrek ê ku di heman demê de berpirsyarê karê dîplomasî yê Rêveberiya Federasyona Komelên Êzîdiyan li Ewrûpayê ye, got, piştî karesata Şengalê wan wek Federasyona Komeleyên Ezîdiyan hewl da ku fermana li Êzîdiyan ragihînin raya giştî û li gel gelek parleman, meclîs û komeleyan re hevdîtin pêkanîn. Igrek wekî din got, ku wan her wiha di çarçoveya xebatan xwe yên dîplomasiyê, bi Parlamentoya Ewrûpayê re û li Cenevreyê jî bi  Neteweyê Yekbûyî re jî hevdîtin çêkirine.

Fikret Igrek, bi bîr xist ku ji bo parastinê, civaka Êzîdî birêxistinkirina xwe wek karekî bivênevê da pêş û li Şengalê ji bo yekîtiya xelkê Êzîdî û derxistina holê ya îradeya wî Meclîsa Damezrîner a Şengalê ava kir. 


Bi meclîsan yekitî çêdibe

Igrek got, armanca vê meclîsê her wiha çareserkirina pirsgirêkan e di nava civatên Êzîdî de û wiha peyivî: “Bi zanetî heta demekê Rejîma Beas, piştî wê jî Rêveberiya Başûr bi teybetî nexwest gel xwe birêxistin bike û yekîtiyeke xwe pêk bîne. Armanca vê meclîse ew e ku bingeha xweseriya Şengalê ava bike. Her wiha armanca Meclîsa Dîasporayê jî ji bo halkirina van pirsgirêkan û li çar parçeyên Kurdistanê û li Ewrûpayê  bê gotin, hat avakirin.” 

Fikret Igret îşaret bi endamên rêveberiya Meclîsê kir û got, ji heft birêveberan pênc ji Şengalê ne û didu jê jî ji Bakurê Kurdistanê û li ser Meclîsê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî ku Meclîs hat avakirin, dîsa li Lertê 15´ê Adarê civîneke berfireh hat organîzekirin. Di vê civînê de komiteyeke Meclîsa ya Dîaspora ji 13 kesan hat avakirin. 23´ê Adarê me li Brukselê li ber Parlemana Ewrûpa me mitîngek pêk anî.  Li vir me bi dosyayekê xwest ku 3´yê Tebaxa 2014´an wek roja qirkirina Êzîdiyan bê qebûlkirin. Me xwest ku YBŞ wek hêzên parastina Şengalê fermî bê qebûlkirin. Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewrûpayê (YE) alîkariya çek û sîlehan bide YBŞ´ê. Rayedarên YE´yê ji me re gotin, tiştên ku ji destê wan bê, em ê bikin.”

Igrek destnîşan kir ku YE´ê soza alîkariya sîlehan a bi hindikahiyan re  daye û weke Meclîs sazîbûna wan jî rê li ber wan vekirize ku fermî werin qebûlkirin.


Helwesta PDK şaş e

Endamê Meclîsa Dîaspora ya Şengalê Fikret Igrek bal kişand ser helwêsta PDK´ê ya neerênî beramberê Meclîsa Şengalê û weha axivî: “Piştî ku ji bo xweseriya demokratîk meclîs hat avakirin, hikûmeta Başûr helwêsteke ne baş nîşan da û 68 mirov hatin girtin. Em li vir bang dikin ku hevalên me serbest bên berdan. PDK divê Şengalê biparêze lê mixabin naparêze û zextan jî dike. Ev bû du meh endamê federasyona me Alî Saçik hatiye girtin, heta roja îro tu daxuyanî jî nedane ji ber çi sedemê hatiye girtin.”

Igrek li ser nave FKÊ´ê doza berdana Saçik dubare kir û ji xelkê Êzîdî xwest li dora Meclîsê kom bibin û rêxistina xwe xurt bikin.


ERKAN GULBAHÇE/ ÎBRAHÎM BULAK/SAARBRUCKEN