Gotina paradigma di literetura Kurdî de nû ye. Ev biwêj, bi  Ocalan kete lîteretura Kurdî. Ocalan paradigma klasîk  ji holê rakir, paradigma modern kire rojeva Kurdan. Paradigma modern hîna li Başûr nayê nîqaş kirin. Ji ber ku klasîzma di feolîteya şikestî-ketî de kulîlkên jehrî dipişkivîne. Ekolojî jî, bi Ocalan kete lîteretura Kurdî. Bi armanca ku di Şoreşa Kurd de, dengeyek rêkûpêk çêbibe. Bêyî ku civak di çarçoveya biyolojîk de, dîl were girtin; di wateya jiyana hevreyî ya xwezahî û dilsozî de ye. Ev du biwêjên ku, dikarin bibin mertalê parastina demokrasî, bêhtir ji her demê îro lazim in. Ji sedema ku ev biwêj bi têrayî û di çarçoveya zanistî de, li Başûrê Kurdistanê nayên nîqaş kirin, rewşeke paradigma klasîk û bîyanîbûna ekolojîk heye: Vê jî, di navbera Başûr û Bakur de, di navbera Başûr û Rojava de qutbûnek “epîstomolojîk“ çêkiriye. Guhertina paradigma bi felsefê re, bi hişmendiya pêşketî  û guhertinên civakî ve girêdayî ye. Ekolojî, bi hişmendiya zanista xwezahî re têkildar e.

Hemberî ku binyata hişmendî û felsefê di kûrahiya dîrokê de veşartî ye jî, di pêşketina felesefî û hiîşmendiyê de; du rê, du dîtin hebûn û hîna jî hene. Yek lêgerîna di riya axretê û cîhan din e… Yek jî lêgerîna cîhanî û demjiyana ronesansê ye!.. Riya yekemîn olî  ye. Teologên tevahiya olan,  bextewariyê li cîhana din dibînin û dixwazin bidin qebûl kirin.  Bêguman exlaqekî vê dîtinê jî heye. Mixabin ev exlak, li cem çeteyên DAIŞê ku ola islamî kirina ala rûreşiya xwe nine.
Rastiya li pişta rastiya li darî çavan; îro DAIŞê û kiryarên wê yên hovane ne. Ligel hovîtiya çeteyên DAIŞê, helwesta cîhana rojava jî balkêş e.  Rêbaz û kiryarên her du aliyan, ne mina hev bin jî, di rêça ku dixwazin  bigihin armancê de yek e. Her du basik jî dixazin  gelan û rastiya gelan li derî dîrokê bihêlin. Ji sedema ku mega-milîtarîzm li derî zanistê li Başûrê Kurdistanê pêşdikeve û mega-medya jî alternatîfbûna xwe winda kiriye, min mînaka paradigma  û ekolojî da. Mega-milîtarîzm, bi xwîna dmeokrasî tê xwedî kirin. Mega-medya, dema alternatîfbûna xwe winda kir, dibê xencera di dilê demokrasî de. Ocalan, bi paradigma modern û ekolojî diek mertal û demokrasî derdixe pêş. Bi vî rengî di kesayeta Kurd û gelên li Kurdistanê de mirohiyê diparêze.  Ji bo alternatîfa mega-milîtarîzmêjî, pêdiviyê bi pêşxistina demokrasiyê dibîne. Dîtina li dijî terora dewletên nukleerî ye, alternatîfa li dijî teknokrasiya êrîşker û sefaleta mirovahiyê ye. Kovara Rêxistina Rojnamevanên Belçikî  “Vlaamse Vereninging van Journalîsten” VVJ, di bergê kovara xwe de, (De Journalîst,  hejmar 181, 29 ougustus 2014)  fotografê rojnamevanê Emerîkî  Stefan Sotloff û zebaniyê bi kincên reş pêçayî weşand. Saziya VVJ, dergehê rojnamevanên profesyonel û pispor e.  Bi vekirina MED TV (1995) û vir ve, rojnamevanên Kurd bi vê saziyê re têkildar in.  Weşana wan ji her endamî re diçe.
Min pirtûka “Medya, Ziman û Civak” de, hewl da ku bi taybetî medya alternative derbixim pêş. Medya alternatîf, nasnameya rojnamevanên ku paradigma hemdemî û ekolojiyê diparêzin e. Vêce; Medya Tirk,   rojnamevanê Emerîkî  Stefan Sotloff ku ji aliyê çeteyên DAIŞê ve hate kuştin, wek hemwelatiyê Îsraîl nîşan didin. Ev bextreşî ye!.. Medya tirk, sedema hemwelatîbûna Israîl, ji bo kuştinê meşrû dibîne. Ev rûreşî ye!.. Ev hişmendiya „sofîzma mugal-hata” ye û kuştina ekolojî ye. Ev hişmendiya DAIŞê ye û bi desthilatdariya AKPê li Tirkiyê serdestbûye ye. Vêceee, min di pirtûka “Cîhana Zimanê Kurdî” de jî, mînaka Belçîka û têkoşîna ji bo zimanê Flemanî da. Ji gelek aliyan ve têkoşîna Flemanan û Kurdan dişibihin hev. Lêê, saziya rojnamevanên Belçîkî, li hemberî  êrîşên li ser medya alternative a Kur, li hemberî kuştina rojnamevanên Kurd her dem bêdeng e. Di êrîşên li dijî televizyonên Kurd li Belçîka jî, wek medya alternative haraket nekir. Mixabin!...Emerîka, Ewropa û Medya cîhanê jî,  kontrayên Tirk, ku parçeyên bedena ciwanên Kurd, bi kesayetek şîzofrenî kirin madalyonên serketina xwe, ji nedîtî ve hatin. Îro jî, kiryarên çeteyên ku bi ideolojiya “diktatoriya penîs û bazirganiya kolekirinê” û barbariya mogolî li Rojavayê Kurdistanê ji nedîtî ve hatin.  Avaniyên medya alternative a Kurd hatin bombe kirin, bi dehan rojnamevanên Kurd, roj li nîvro û li kolanan, bi destê kontrayên dewleta Tirk hatin kuştin, dengê xwe bi “layiqî” dernexistin. Herî dawî, rojnamevana Kurd Azad Deniz li Maxmûrê, ji aliyê çeteyên DAIŞê ve hate kuştin. Li her cihê cîhanê, di şer de jî rojnamevan rojnamevan e û xwedî mafê parastin û ewlekariyê ye.  Eger çeteyên DAIŞê bin, eger hêzên rejîma Baasê bin, eger kontra û çeteyên Tirk bin, dema rojnamevan werin kuştin, pêwiste cîhan, rêxistinên pîşeyî yên dewletan, saziyên navneteweyî yên pêwendîdar, bêyî bijartinê dijberiya xwe nîşan bidin. Medya Başûr jî di nav de!...Vêce, gelê Kurd piştî şerê 30 salî, ketiya pêvajoya guhertinek civakî. Ev guhertin, di çarçoveya paradigma modern de, wê rengnameya dawî ya materyalîzma dîrokî bibîne. Binêrin, Başûrê Kurdistanê, pirranî Medya Başûrê Kurdistanê jî, paradigma klasîk bikar tine û dixwaze navbera rayedarên KCKê, navbera KCKê û hêzên siyasî yên parçeyên Kurdistanê xerab bike. Rojekê li ser navê Murad Karayilan, rojekê li ser navê Cemil Bayik ragihandinan dikin. Sedem: Ji nezanînek sîstematîk wê de, qutbunek ji binyatê-ji paradigma ye. Kurd teva ne giştî-yekûna malbatekî, eşîrekê, mîrekî, terîqatekê ne. Mirovahiya Kurdistanê, ji Paromethaus dest pê dike, bi hawara Nuhê Kal rizgar dibe, bi agirê Kawa germ dibe, bi reforma xweseriya demokratîk ber bi encama diyalektîka dîrokê ve diçe. Gelê Kurd dixwaze ku, Emerîka, Ewropa, Tirkiye û Başûrê Kurdistanê, herî dawî çeteyên DAIŞê bibînin û fêm bikin ku, mirovê Kurd bawerî ye û bi vê baweriyê mezin e, bi hêza xweza re serdest e û wek pêşeng û lehengê demokrasî ye. Edalet jî, exlak jî, aştî jî, demokrasî ji vê hêzê de veşartî ye.