Li Hamburgê AVAKINO hat damezrandin û armanca wê ew e ku sînemakarên Kurd, muxallif û şoreşger bîne cem hev. Ew dixwaze nexasim filmên Rojava û yên sînemaya çiyê jî nîşan bide.

M.ZAHÎT EKÎNCÎ / HAMBURG

Li Hamburgê hunermendên sînemayê hatin cem hev û kolektîfa sînemayê AVAKINO ava kir. Di nava kolektîfê de hunermendên weke Onder Çakar, Nazmî Kirik, Ahmet Irmak cihê xwe digirin.

Li ser kolektîfê derhêner Onder Çakar ji me re peyivî û got, hunermendên ji ber faşîzma Erdogan nekarîn li Tirkiyeyê bimînin, ev kolelktîf damezrandiye. Çakar ji bo endamên xwe got, “Ji Êfrînê, Bakur, Başûr hevalên me hene, ji bilî wan hevalên Elman jî di nava me de hene. Hevalên ku weke rêxistineke pîşeyî keysa xwe li kirina sînemayê neanîn, nekarîn bi tena serê xwe şexsî sînemayê bigihînin xelkê me, me hêza xwe kir yek; em ê xebateke li ser sê lingan bimeşînin: hilberîn, nîşandan û perwerdekirin.”

Filmên Kurdî wê bigihin temaşekeran

Derhêner Onder Çakar got, ev xebata li ser sê lingan wê xebatên her sê lingan jî paralel bi rê ve bibe: “Hem perwerdeya navxweyî, hem nîşandana filman wê hebe. Nexasim jî filmên li Rojava, Başûr û Bakur hatine çêkirin, em ê li vir nîşan bidin; em dixwazin ne tenê nîşanî Kurdan, Tirkiyeyiyan bidin, lê her wiha nîşanî Elmanan jî bidin û bi nîşandana filmên sînemayê ya alternatîf em dixwazin çanda xwe jî bidin nasîn. Em dixwazin filmên Rojava û yên sînemaya çiyê nîşan bidin, yan jî desteka lojîstîk bidin festîvalên filmên Kurd ên li gelek welatên Ewrûpayê. Li cihên ku festîval nînin, em dikarin bibin pêşeng. Em dikarin film, belgefilm û kurtefilman çêkin.”

Şanoya bi Kurdî tê

Onder Çakar gava behsa karên li pêşiya xwe dike, behsa rêxistinbûnê û perwerdeyê û behsa bipêşxistina beşên din ên huner jî dike: “Ji bo vê jî, belkî em hîna li destpêkê ne. Em divê hem perwerdeza xwe ya navxweyî û hem jî rêxistinbûyîna xwe baş bikin, ji ber ku ev hilberînên mesrefa wan pirr zêde ye. Lê dîsa jî nabe ku em xwe ji hilberînê bidin alî. Di nava me de hevalên aktor hene. Tevî van hevalên xwe tn aktor, em hewl didin li Elmanyayê şanoyeke Kurdî ava bikin, bi ya me kêmasiyeke mezin e ev li Elmanyayê. Hevalên me xwe ji lîstikeke şanoyê ya Kurdî re amade dikin. Wke karên xwe yên din, em li vê jî weke karekî gerdûnî fikirîn. Em ji bo lîstikeke wergerandî Kurdî ya nivîskarê Îtalî Dario Fo xwe amade dikin.”

Kolektîfa sînemayê AVAKINO wê 3´yê Cotmehê saet 20:00´an bi kokteyleke li Valentins Kamp 38’ê fermî damezrandina xwe ragihîne.

 
 

Zimanên xwe yên qedexekirî jî bînin

 

AVAKINO damezrandina xwe bi broşurekê jî radigihîne. Di wê broşûrê de ew dibêje: “Ava Dîcle û Feratê herikî nav ava Elbeyê

Filma me bi EMa herî rengîn dest pê dike. Em ji Mezapotamya û ji Anatolyayê tên Hamburgê.

Filma me belengazên Anatolya û Rojhilata Navîn tîne cem xêrnedîtên Ewrûpayê. Karakterên me li Hamburgê rastî hev tên û dest bi lêgerînekê dikin. Li wan kesan digerin ku dibêjin sînemayeke azad pêkan e digerin.

Li gorî me:

  • Divê Sînema him ji bo gel, him jî ji bo Sînemayê be.
  • Divê çîrokên dîlketî û jiyanên îpotekkirî bala sînemayê bikşînin.
  • Divê zimanên filman ji bin bandora zimanên serdest derkevin.
  • Û filmê herî baş ne filmê xwedî butçeya herî mezin e.

Ji me re AVAKINO Film Kolektîf dibêjin… Em dixwazin sînemaya şoreşger ya ku li Hamburgê jidayik dibe, bigihînin Kurdistanê. Em hatine alîkariya we bikin û em alîkariyê ji we dixwazin.

Em dixwazin:

  • Arşîveke biafirînin ji bo filmên Kurdî yên ku li tevahiya cihanê belawela ne,
  • Ji bo sînemaya muxalif çavkaniyên fînansî biafirînin û filmên nû çêkin,
  • Sînemakarên nû perwerde bikin,
  • Sînemakarên şoreşger bînin gel hev û di navbera wan de têkiliyan çêbikin,
  • Sînemaya Kurdî bigihêje herkesî,
  • Bi sînemakarên muxalif yên li cîhanê re têkiliyê daynin.

… Bi vê deklarasyonê, em hemû sînemkarên muxalif yên li Hambûrgê dawet dikin da ku tevlî me bibin. Û em banga hevaltiyê li sînemakarên şoreşger yên li cîhanê hemûyan dikin.

Dema hûn hatin, zimanê xwe yê qedexekirî û çîrokên xwe yên talankirî jî bînin. Bila hemû rengên we û dengên we jî bi we re bin.”