Endama Polîtburoya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Hêro Îbrahîm Ehmed diyar kir ku pêwîst e postê serokkomariya Iraqê ji bo YNK'ê bimîne. Hêro Îbrahîm Ehmed têkildarî pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê û şandeya hevbeş a YNK'ê û PDK'ê ya çûyî Bexdayê daxuyanî da. Hêro Îbrahîm eşkere kir ku pêwîst e postê serokkomariya Iraqê ji YNK'ê re be û got, ev ji bilî lihevkirina bi PDK'ê re pêk tê. Hêro Îbrahîm Ehmed daxwaz ji hêzên siyasî yên Kurdistanê kir ku li Bexdayê yekgirtî bin û got; "Divê Kurd li Bexdayê li gel wan aliyên ku bi wan re lihevkirinê dikin, bi israr bin li ser qebûlkirin û misogerkirina hemû daxwazên rewa yên destûrî yên gelê me. Li gorî min dema wê yekê hatiye ku demildest piştî lihevkirina li gel wan hevpeymaniyan yan hêzên Iraqî ku pabendî pêkanîna daxwazên Kurdan di hikûmeta nû ya Iraqê de, heqên Kurdan ên di postan de bêyî ku bi paş bikeve, werin diyarkirin." "Divê li cem YNK'ê bimîne" Hêro Îbrahîm Ehmed herî dawî bal kişand ser postê serokkomariya Iraqê û got; "Heta niha postê serokkomariyê yê YNK'ê bû. Gelek pêwîst e ku postê serokkomariyê YNK bigre û li cem wê bimîne, diyar e ev jî bi lihevkirina li gel birayên me yên PDK'ê pêk tê. Divê rêveberiya YNK'ê tişta pêwîst ji bo vê bike." ” SILÊMANÎ