Di salvegera 21’ê ya Bêbextiya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê de, wê ji Luksembûrg, Frankfurt û Cenevreyê heta Strasbûrgê 3 meşên dirêj bên organîzekirin. Înîsiyatîfa Azadî ji Ocalan re û KCDK-E´yê bang li înternasyonalîst û nûnerên saziyan kir ku beşdarî van meşan bibin.

Înîsiyatîfa ‘Azadî ji Ocalan re ya Navneteweyî’ daxuyaniyek da û diyar kir, di salvegera komploya navneteweyî de ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin, wê bi beşdariyeke xurt meşeke dirêj organîze bikin. Meş wê bi dirûşma “Azadî ji Ocalan re-Bi hev re li ber faşîzmê rabin” pêk were û 9’ê Sibatê ji Luksembûrgê dest pê bike.

Di daxuyaniyê de bang li înternasyonalîstên şoreşger hemûyan hate kirin ku beşdarî meşê bibin û hate gotin, “Piştevaniya navneteweyî ya bi şoreşa li Rojava re nîşan da ku felsefeya Abdullah Ocalan û pêkanîna vê felsefeyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo hêzên demokratîk hemûyan bûye hêvî. Em vê hêviyê ji bo azadiya Ocalan û bi piştgiriya bi hev re ya li dijî faşîzmê bigihînin meydanan. Em bang li înternasyonalîstan hemûyan dikin ku beşdarî meşa dirêj a ‘Azadî ji Ocalan re - Em bi hev re li ber faşîzmê rabin’ bibin ku wê di navbera 9 û 15’ê Sibatê de pêk were. Meş wê li Strasboûrgê bi mîtîngeke zindî û xurt bi dawî bibe.”

Înîsiyatîfê navnîşana e-mailê ji bo peywendîdanînê weke longmarch2020@protonmail.com parve kir.

Tevgera Ciwanên Şoreşger jî wê ji Frankfurtê 8´ê Sibatê dest bi meşa dirêj bikin û 15´ê Sibatê bigihîjin Strasbourgê.

Tevgerên Kurdistanî jî wê meşeke dirêj li dar bixin ku wê 10´ê Sibatê ji bajarê Swîsreyê Cenevreyê dest pê bike û 15´ê Sibatê li Strasbourgê bi dawî bibe. KCDK-E´yê ji bo beşdariya vê meşê bang li nûnerên saziyan, akademîsyen û rewşenbîrên Kurd kir.

 

 NAVENDANÛÇEYAN