Komîteya amadekar a mîhrîcanê bi daxuyaniyek nivîskî bernameya mîhrîcanê eşkere kir. Bernameya mîhrîcanê wiha ye: Girêdayî jiyana Şehîd Bêrîtan panelek, pêşkêşkirina pêşengeha çandî û hunerî, nîşandana xwarinên gelêrî û herêmî, nîşandana sînevizyon û kurte film, koma sola û koro ya dibistanan, koma dengbêjên jin, folklora jinan ya Meclîsa Îştar, koma muzîkê ya Şehîd Berçem, folklora zarokan ya wexfa jinên Mexmûr, koma govendê ya ji Silêmaniyê, skêç, koma defê ya dibistana Şehîd Serhad.
Mhrîcan wê bi tevlîbûna Ergîn Xelîkan, Helîm Omerî, Sîpanê Xelat, Jiyan û Xecê, tê pîrozkirin.
MEXMÛR