Ji ber ku girêdaneke me bi deverên mayî yên Rojava re yekser nîne, zehmetiyên mezin hene. Lê moralê milet bilind e. Gelekî li ber xwe didin. Miletê me bi vê berxwedana xwe careke din nîşan da ku ew ê serî netewîne.
Tenê 20 ji sedî yê pêdiviyên miletê me ji aliyê saziyên navneteweyî yên alîkariyê ve tê dabînkirin. Ji konên ji bo starê heta bi madeyên sereke yên jiyanê, her tişt kêm e. Nexasim peydakirina dermanan zehmet e.
ERKAN GULBAHÇE
Hevseroka Meclîsa Rêveber a Efrînê, Şîraz Hemo dibêje, dewleta Tirk Efrînê weke ku erdên wê bin bi kar tîne, her wiha zorê li Efrîniya dike da ku Şehbayê jî bi cih bihêlin. Şîraz Hemo dibêje, li Şehbayê 100 hezar mirov li dijî ambargoyê li ber xwe didin û got, “Ji ber ku girêdaneke me ya yekser bi deverên mayî yên xweser ên Rojave re nîne, zehmetiyên mezin hene. Derfet kêm in.”
20´ê Çileyê 2018´an dewleta Tirk Efrîn dagir kiribû, bi sedan mirov qetil kiribûn û bi dehhezaran mirov jî dabûn koçberkirin. Bi rasthatina salvegera vê dagirkeriya qirker a 2´yê, em bi Hevseroka Meclîsa Rêveber a Efrînê, Şîraz Hemo re peyivîn. Şîraz Hemo ji bo balê bibe ser rewşa Efrîniyên li Şehbayê, li Ewrûpayê jî hevdîtinên dîplomatîk kirin û behsa wan jî ji me re kir.
Dagirkeriya bi xeyala Osmanîbûnê
Şîraz Hemo dagirkeriya qirker a dewleta Tirk, bi xeyala Osmanîbûnê ve girê da û got, Tirkiye dixwaze erdan dagir bike, li ku derê jî alozî hebe, dewleta Tirk û erdogan xwe li nav dixin. Li aliyê din li gorî wê, ji ber ku dewleta Tirk di hundirê xwe de jî di nava krîzekê de ye, bi dagirkeriya xwe ya qirker, berê awiran ji ser krîzê dide aliyên din.
Şîraz Hemo bi bîr xist ku dewleta Tirk ji sala 2011´an ve êrişî Efrînê dike û gava ku statuyeke diyar ji bo Kurdan xuya bû jî, vê carê dewleta Tirk û Erdogan bi Rûsya û Esad re li hev kirin û niyeta xwe ya dagirkirina Efrînê eşkere kir. Ew dibêje, di encama hin beşên Idlibê de, destûr hat dayîn ku Tirkiye Efrînê dagir bike.
Şîraz Hemo wisa behsa encamên dagirkeriyê kir: “Dagirkeriya dewleta Tirk li Efrînê kir ku bi sedhezaran mirov ji cih û warên xwe bibin. Niha di şertên gelekî zehmet de di konan de dimînin. Li şûna wan çeteyên ji deverên cihê yên dinyayê berhev kirine, bi cih kirin- Domografî guhertin. Efrînê weke erdên xwe bi kar tîne.”
Dewleta Tirk sûcên şer dike
Ew bi bîr dixe ku dewleta Tirk sûcên şer kirine û îro jî van sûcên weke, revandina mirovan ji bo fîdyeyê, desteserkirina berhemên ji çandiniyê, dizî û talan, êrişên li dijî mekanên pîroz dewam dikin.
Şîraz Hemo dibêje, dewleta Tirk ji ber xwerêveberina Kurdan li efrînê û statuya wan, êrişî wan kiriye, û wiha dewam kir: “Miletê me rêveberiya xwe li Şehbayê jî ava kir. Niha li Şehbayê çerxek çêbû ku pirsgirêkên xelkê çareser bike. Ji ber wê timî di bin êrişên Erdogan de ne. Dewleta Tirk hema bi her hincetê êrişî mirovên me dike. Dixwaze wan bitirsîne û ji Şehbayê jî derxîne.
Miletê me gelekî li ber xwe dide
300 hezar mirov ji Efrînê koçber bûn. Mirovên me çûn çar aliyên Rojava û Idlibê. Sedhezar ji van li Şehbayê ne û li vir xwe bi rêxistin kirin. Li Şehbayê di şertên gelekî zehmet de miletê me di heman demê de tevî ambargoyê li ber xwe dide. Derfet pirr kêm in. Ji ber ku girêdaneke me bi deverên mayî yên Rojava re yekser nîne, zehmetiyên mezin hene. Lê moralê milet bilind e. Gelekî li ber xwe didin. Miletê me bi vê berxwedana xwe careke din nîşan da ku ew ê serî netewîne.”
Ji bo dabînkirina pêdiviyên xelkê jî ew dibêje, “Weke rêveberiya xweser, em gelekî hewl didin. Derfet pirr kêm in. Tenê 20 ji sedî yê pêdiviyên miletê me ji aliyê saziyên navneteweyî yên alîkariyê ve tê dabînkirin. Ji konên ji bo starê heta bi madeyên sereke yên jiyanê, her tişt kêm e. Nexasim peydakirina dermanan zehmet e. Lê miletê me dîsa jî naxwaze Şehbayê biterikîne.”
Alîkariya we lazim e
Ji bo alîkariya ku bê kirin, Şîraz Hemo got, “Miletê me yê li Ewrûpayê divê berxwedana li Rojava weke berxwedana xwe bibîne. Heta niha bi çalakiyên xwe ev îsbat kir.
Wekî din, yên ku derfetên wan ên madî hebin, bila alîkar bin. Nexasim bila peywendiyê daynin bi rêxistinên weke Heyva Sor a Kurdistanê re û alîkariyê bi Rojava re bikin. Alîkariya herî piçûk jî ji bo rehetkirina xelkê me yê Rojava wê bi kêr bê. Ji bo ku vê zehmetiyê li pey xwe bihêle, pêdiviya Rojava bi alîkariya we heye.
Miletê me yê li Ewrûpayê dikare ji bo ku saziyên insanî û alîkariyê yê Ewrûpî jî alîkariyê bikin, xebatekê bimeşînin.”