Li Tirkiyeyê her ku diçe sîvîl zêdetir tên kuştin. Roj nîne ku, operasyon ne berdewam in.
Şer her berdewame.
Mala kesan tê wêrankirin.
Qetil hîn berdewam e.
Planên reş tên honandin.
Gerîlla tên kuştin.
Leşker tên kuştin.
Wêneyên erdheja Wanê li dinyayê belav dibin.
Di siyaseta Tirkiyeyê de erdhej pêş dikeve.
Planên komkûjîyê di rojevê de ne.
Şoqa bûyeran her bilind dibe.
Rewş ber bi ku derê ve diçe?
Tirkiyeyê têk diçe?
Mirov nikare dîmanan tamaşe bike.
Êdî nûçe bûne kabûs.
Kabûs bûne nûçe.
Ferq nake: polîtîka, dîmen, jiyan ber bi wêraneyêkê ve diçe.
Her roj mirov jiyana xwe ji dest didin.
Dayîk di nav fîganê de ne.
Ne dayîkên kurd, ne jî dayikên kurd re rehetî nîn e.
Daxwazên aştiyê nayên bihîstin.
Medya ketiyê bin kontrolê AKP’yê.
Ferqa dewleta Tirkiya kontroldar û hiqûqê ne kifş e.
Di rojên dawiyê de hemû medya bi yek zimanî qise dike.
Ziman zimanê serdestan, zimanê AKP’yê ye. Zimanê polîtika dewletê û ya medya li gel pirsgirêka kurd hevbeş e.
Kurdên Wanê bi tenê man.
Wek tê xuyakirin; dewlet heyfa xwe ji gelê kurd derdixîne.
Hêzên dewletê rê didin ku di metropolên Tirkiyê de kurd bibin hedefê êrişên nijadperestên tirkan.
Çima hikûmat û meyda bêdeng e?
Ev dîmen li Ewropayê jî belav dibin.
Dê rewş çawa be; kurd û tirk bikevin nav şerekî dijwar?
Kurd ji bo zerokên xwe digirîn.
Ji bo Rustem Cûdî;
Ji bo Çîçek Botan û Alîşêr ku zêdeyî 20 salan kar û xebat kirine.
Ferqa leşkerên Tirk û Gerîllayên kurd ewe ku; leşker demekî şûn ve vedigerin malên xwe.
Lê Rustem Cûdî ji beriya 25 salan ve jiyana xwe ji bo çareseriya pirsa kurd amade kir
Rast e.
Rêz divê ji bo hemû qûrbanên şer be.
Ji ber vê yekê jî; divê hemû operasyonên artêşê werin rawestandin.
Banga me çareseriya pirsa kurdî bi şêweyekî aşityane ye.
Ez dikarim bêjim: kurd ji bo aştiyê amade ne.
Lê ji bo kurdan derî venakin.
Derî girtî ye.
Di dema îro de AKP xwediyê mifteyê ye û tenê AKP dikarê derî weke lê li şûna wê yekê ew vê gavê şer dijwartir dike.