Dîroknas û Endamê Egîtîm Sen'ê Şerafettîn Çalimli têkildarî rewşa dêrê de axivî û diyar kir ku dêr li Dîlokê ji mînakên avahîsaziya ermeniyan nîşan didin yek e. Çalimli, anî ziman ku kolan û taxên derdorê jiyana ermeniyan nîşan dide û wiha got: "Em bi 2 şahidên wê demê jiyîn re axivîn. Dema behsa rojên berê dikirin gelek bîra wan rojan dikirin. Ermenî piştî Fransiz ji Dîlokê derketin bi tirs dê êrîşan li wan bikin koçî kirin. Neçar man ev der tek kirin. Niha li bajar kêm ermenî man e lê ew jî di şertên baş de najîn. Dem dem dema li Tirkiyeyê pela nijadperestiyê bilind dibe ditirsin. Ji ber vê yekê qadên jiyanê peyda nakin."
Çalimli, da zanîn ku herî zêde tenkirina qadên jiyanê ya ermeniyan bi destê dewletê hate kirin û navê dêrê weke "Kurtuluş" hate guherîn û vegêrandin mizgeftê weke sembola desthilatdariya dewletê ye. Çalimli, bilêv kir ku ev yek nayê qebûlkirin û wiha axivî: "Dêr di dema darbeya leşkerî ya 12'ê îlonê de weke îşkencexane hatibû bikaranîn. Piştî sala 1984'an hate restoreksirin û di sala 1988'an de veguherendin mizgeftê. Ev yek rastî nin e û divê ermenî jî xwedî li îbadetxaneyên xwe derbikevin. Li cihê îbadetê al daliqandin rê li suçê nefretê vedike. Ev yek li bajarê Îbrahîmî yê Dîlokê jî heye. Derdora mînareyê bi alan hatiye dorpêçkirin. Ez vê yekê weke nîjadperestî dibînim. Ez tenê vê yekê li Dîlokê dibînim."
DÎHA/DÎLOK