NAZIM DAŞTAN / MA / MINBIC
Çerkezên li Minbic li dijî êrişa muhtemel a Tirkiyeyê di teyaqûzê de ne. Çerkezan xwest gelê Tirkiyeyê jiyana bi hev re ya li Minbicê û Rojava bibîne û li dijî dagirkeriyê rabe.
Beriya demeke kurt li Minbicê li dijî êriş û gefên Tirkiyeyê seferberî hatibû îlankirin. Ji ber vê yekê jî li derdora bajêr konên nobetê hatine vedan. Ereb, Kurd, Tirkmen, Ermenî, Çeçen û Çerkez di van konan de nobetê digirin.
Çerkezên bajêr jî li dijî êrişên muhtemel ên Tirkiyeyê ji bo parastina bajarên xwe seferber bûne. Piştî şerê li Sûriyê, niha qederê 200 malbatên Çerkez li Minbicê hene. Komeleya Çand û Huner a Çerkesya a li bajêr jî xwesî 50 endaman e.
Çerkez wekî din di nava rêveberiya Meclîsa Sivîl a Minbicê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de jî digirin.
Hevserokê Komeleya Çand û Huner a Çerkesya li Minbicê, Ebdulezîz Kiray e. Kiray dibêje, wan li Minbicê bi gelê Ereb û Kurd re jiyana bi hev re afirandiye û got, “Di rewşeke asayî de Çerkez bi civakên din re nadin û nastînin. Lê li vir ne wisa ye. Me têkiliyên xwe xurt kirin. Me jî bi gelên Minbicê re ev jiyan qebûl kir û ji bo azadiyê em hatin merhaleyeke cuda. Niha em bi hev re bajarên xwe birêve dibin. Em ti hêzên dagirker qebûl nakin. Em ê li dijî êrişan derkevin.”
Kiray got, daxwaza wan sereke ew e ku hemû gelên Tirkiyeyê vê jiyana bi hev re ya li Minbicê bibînin.
Tirkiye dijminê aramiyê ye
Hevseroka Komeleyê Hindî Dagistan jî diyar kir ku Çerkes dê li dijî gefên Tirkiyeyê çonga xwe daneynin û got: “Gelên Sûriyê li dijî hemû hewldanên êrişan bûne xelek. Minbic yek ji bajarên model ê Sûriyê ye. Jiyan û pergala li Minbicê peyamê dide her kesî. Armanca Tirkiyeyê ew e ku vê jiyana bi ewle û aram xera bike.”