Şêniyên Minbicê bi sedan malbatên koçber ên ji herêmên Serêkaniyê û Girê Spî hewandin, lê dîsa jî daxwaza koçberan vegera li malê ye.
Li bajarê Minbicê kamp tine ne, ji ber vê yekê nekarîn 380 malbatên ji Serêkaniyê û Girê Spî yên dagirkirî li kampan bihewînin û ew li malên xwe hewandin.
Selma Abdulqadir (45) ji koçberên Serêkaniyê ye, dibêje, em koçberî hatin Minbicê û xêrwazan mal dan me.
Selama diya 3 zarokan e û ji ber topbarana artêşa Tirk ji mala xwe derket. Selma dibêje, “Çeteyên bi navê Artêşa Wetenî ya Sûrî mal û milkên me didizîn û talan dikirin, malên me dişewitandin û rêwiyên riyan qetil dikirin. Em ji malên xwe derketin. Erebeya me tine bû.”
Eyşê Îbrahîm (38) diya 4 keç û kurekî ye û ji gundê Til Xidir ê bajarê Girê Spî yê dagirkirî ye. Eyşê dibêje, “Ji ber mirovên me li Minbicê ne, em yekser hatin vir. Mirovên min odeyek dan min û niha ez û kufletên xwe lê dimînin, hêviya me ew e, em li mala xwe vegerin.”
ANHA/MINBIC