Hawa Îbo serpêhatiya xwe dema ji gundê xwe wiha vegot: “Me bi zor xwe ji çeteyan xelas kir û em ji gund derketin. Me her tiştê xwe li şûna xwe hişt. Em bi piyatî nêzî 20km meşiyan û hatin gundê Dêndik ê rojhilatî gundê me û di rê de me gelek êş kişandin hate em gihîştin gundê Dêndikê. Ji gundê Dêndikê jî em dîsa bi piyatî nêzî 10km meşiyan û hatin gundê Minazê ê rojavayê bajarê Kobanê. Av û nan me têra me nedikir. Zarokên bi me re digiriyan û diêşiyan.”
Êşa koçberiyê ranekir
Hewa Îbo di berdewama axaftina xwe de got ku dema ew gihîştin gundê Minazê, ew bi alîkariya şervanên YPG’ê hatine taxa Kaniya Kurdan a bajarê Kobanê û nêzî hefteyekê li wir bi cih bûne. Hewa Îbo ku çavên wê bi rondikan dagirtî bûn, wiha pêde çû: “Me rojên xwe gelekî bi zehmetî derbas dikirin. Hevserê min Îbrahîm Îbo 70 salî bû, ji ber êşa koçberiyê û derketina ji gund gelekî aciz bibû û di dawiyê de li vir jiyana xwe ji dest da.”
Hawa Îbo got : “Em li Kobanê ji dayîk bûne û li Kobanê mezin bûne, her tiştê me Kobanê ye. Eger mirineke min heye, bila li ser axa Kobanê be. Ez tu carî ji Kobanê dernakevim. Kobanê axa bav û kalan e. Baweriya min bi berxwedan û serkeftina YPG’ê û YPJ’ê gelekî mezin e û dê Kobanê ji çeteyên qirêj paqij bikin.”
Zarokên wê jî di nava xebatên Asayîşê de cip digirin.
KOBANÊ