Di kolandina gora komî ya ji bo 6 kesên di 2-6’ê mijdara 1995’an de li Qereqola Cendirmeyan a Kerboranê hatin binçavkirin û agahî ji wan nehat girtin de hestiyê 2 kesan hate dîtin. Di kolandina li gundê Tiruvayê pêk hat de hawar û qêrîna malbatan dilê mirovan perçe kir.
Di kolandinê de 2 hestiyên mirovan hatin dîtin. Piştî kolandinê hestiyê serê mirovekî û cilê mirovan hatin ditin. Piştî kolandinê Birayê Seyhan Dogan Abdulkerim Dogan, ku di kolandinê de amade bû, diyar kir ku hestiyê hatin dîtin aydî birayê wî ne. Piştî kolandina bîrê, li tenişta gund dîsa kolandinek din hate kirin. Di kolandina 2’yemîn de jî hestî û cilên mirovan û 3 qalikên guleyan hatin dîtin. Kolandina ku rojekê navber hate dayîn dê îro bidome.
. Dayik û jinên ku di kolandinê de amade bûn, heta dawiya kolandinê bi hêviya ku hestiyên din bên dîtin sekinîn. Di kolandinê de piştî hestiyê serê mirovekî hate dîtin, reng û ruyên fermandarên leşkeran xera bû. Ji bo malbatan hevî û bendewarî zêde bû, ji bo leşkeran jî bû sedema xerakirina moral. Malbatên ku li ser gorê rawestiya bûn, hem kêfweş bûn û hem jî pir xemgîn bûn û qerîn û giriyê xwe zêde kirin. Jinên ku bûn şahidê derxistina hestiyan, berê xwe dan ezman û kirin hawar û gazî.
Gundê Tiruva yê di sala 1992’an de ji aliyê leşkeriyê ve hate valakirin bû goristana 7 welatiyan. Hate diyarkirin ku kesên di navbera salên 1994 û 1995’an hatin windakirin li gundê Tiruvayê hatin definkirin. Welatiyên ku di sala 2000’an de li gundê xwe vegeriyan dîsa malên xwe ji nûve ava kirin. Welatiyên hatin li gund bi cih bûn, diyar kirin ku cerdevanan ew hişyar kirine û xwestine ji bîrên gund avê venexwin.

Awirên bi hêvî û bendewar 

Gundî û malbatmên ku bi bendewarî û hêviyek mezin û li benda encama kolandinê bûn, heta dawî kolandin şopandin. Welatiyên ku derketin ser girê gund û heta dawî kolandina gora komî ji dûr ve şopandin heta rojava li benda kolandine rawestiyan. Gundî û malbatan bi awirên hevî û xemgînî di nava hev de hat hûnandin heta dawî rawestiyan. Piştî kolandin bi dawî bû û yekîneyên kolandinê ji gund qetiyan malbatan dîsa li şûna kolandinê lêgerîn pêk anîn û li hestiyan geriyan.
Bavê Mehmet Emîn Aslan ê 80 salî Îbrahîm Aslan ku 17 salin li pey şopa kurê xwe digere, anî ziman ku leşker û kesên sivîl hatin bi ser mala wan de girtin û kurê wî ji malê birin. Leşkeran xwest kurê min heta tabûrê biçe. Pişt re kurê min cilê xwe li xwe kirin û heta tabûrê li gel wan çû. Piştî re êdî tu agahî ji kurê min nehat girtin. Aslan, anî ziman ku êdî ew hestiyê kurê xwe dixwaze.


Bû şahidê windabûna birayê xwe


Birayê Seyhan Dogan  ê 14 salî yê ku di sala 1995’an bi 6 kesan re ji aliyê leşkeran ve hate binavçkirin û windakirin Haznî Dogan, diyar kir ku ew jî wê demê hêj 12 salî hate binçavkirin lê ji ber ku gelek kes bûn şahidê binçavkirinê ew serbest berdan. Dogan, anî ziman ku îxtîmala hestiyên derketin ayîdî birayê wî ne gelek zêdeye û wiha got: “Ji ber ku fanîlekî şîn, zer û qehwewyî li ser wî bû. Li cem hestiyan jî ev fanîle derket.”
Haznî Dogan ê ku bi dildarî tevli xebatên kolandinê dibe û bi birayê xwe Seyhan Dogan re hate binçavkirin û serbest hate berdan tiştên wê demê jiyîn vegotin. Dogan, anî ziman ku birayê wî jî wekî wî hêj zarok bû ji aliyê leşkeran ve rastî lêdanê hat. Dogan, anî ziman ku leşker bi panzerekê hatin ew girtin û wiha got: “Ez li cem 20-25 şirvanan girtim. Bi panzerekê hatibûn. Birayê min jî di panzerê de bû. Li min dan û ez giriyam. Birayê min ji leşkeran re got ‘Ew zarok e çima hûn lê didin.?’ Leşkeran ewqas li birayên min xistin destê wan êşiyan. Ruyê wî ji ber lêdanê reş û şîn bibû. Birayê min tu tişt negotin. Tenê ji çavên wî rondik hatin. Ji xwe ji wê rojê heta niha em nagirîn.” 


DÎHA/MÊRDÎN