Girtîgeha Emna Şureka di dema dîktatorê Iraqê mezintirîn girtîgeha eskerî û navenda îstîxbaratê ya li Silêmanî bû û bi hezaran mirov bi îşkenceyê lê hatin kuştin; ev dever îro êdî veguheriye muzexaneyekê. Avahiya ku di serhildana li Silêmanî de hat bidestxistin, ji bo bîranîna 182 hezar kesên hatin kuştin, niha bi gelek eynikên şikestî hatiye dagirtin.

Li hewşa muzexaneyê tank û topên ji wê demê mayî tên nîşandan, beşek ji muzexaneyê jî ji berhemên kevnare yên çanda Kurd re hatiye veqetandin.
Beşa muzeyê ya bandorê li mirovan dike jî, odeyên êşkenceyê ne ku li wan êşkence li hezaran jin,mêrî hat kirin. Daliqandina ‘Filistînê’, Sêdar, manyetoyên di dema êşkenceyê de elektrîk hildiberandin... Li Emna Şureka’yê, nivîsên girtiyan ên hingî li dîwarên girtîgehê nivîsandin, parçeyên betaniyên girtiyan bikar dianîn û kincên wan ên bi xwîn, hînê mîna xwe lê ne.

Gelek kêm kes jê bi saxî difilitin

Yek ji kesên ku li Emna Sureka îşkence dîtiye û bi şensê filitiye Serdar Tayyîp Kadîr e ku niha li Silêmanî ajokariya taksiyê dike. Hînê di 17 saliya xwe de di sala 1986’an de li Silêmaniyê hatiye binçavkirin û ew anîne navenda êşkenceyê ya Emna Şureka. Tevî ku di ser re 28 sal derbas bûne jî li zend û destê wî şopên êşkenceyê hînê tên dîtin.
Bi gotina, “Ji ber sedemên polîtîk hatim binçavkirin. Çawa hatim girtin, ez anîm Emna Şureka. Haya malbata min jê tunebû. Gelekî kêm mirovên dikevin vir bi saxî derdikevin” behsa navdariya Emna Şureka dike.
Ji bilî êşkenceya li wir lê hat kirin, êşkenceyên li jin û zarokan hatin kirin û înfazên wî şahidî li wan kir, hînê di bîra wî de ne.
Kadîr destpêkê şahidî kir li tiştên bi serê 3 zarokên Kurd ên 15 salî hatin kirin: “Destpêkê bi rojan îşkence li wan kirin. Dûre ji nişka ve êşkence sekinandin. Piştî çend rojan hatin koxûşa me ya mîna hucreyê û gotin, ‘hûnê sibê bên berdan, xwe li gorî wê amade bikin.’
Em li cem hev bûn. Ew her sê zarokên Kurd heta serê sibê ji kêfa raneketin. Serê sibê polîsên sivîl hatin ew birin. Dûre me bihîst ku ev her sê zarok li meydana Filkey Kawa ya Silêmanî li pêş çavê gel haine gulereşandin.”

Êşkence wê bibe pirtûkeke ji 3 bergan

Kadîr got, di nava 16 mehên li Emna Şureka de birînên ji ber êşkenceyê li bedena wî xwe dane der, bi kûçikan dana alastin, av û sabûn tunebû, rojane bi tenê carekê destûra çûyîna destavê hebû, dema diçûn jî eskerên di rêzê de bi kabloyan li wan didan. Kadîr weha dirêjî da axaftina xwe: “carinan em 50-60 kes li hucreyên 8-9 kesî de, dihatin bicihkirin. Em hemû tazî bûn. Zivistanê ava cemidî berdidan ser bedena me ya tazî, dûre jî vantîlator dianîn ber deriyê hucreya me ya vekirî û pêdixistin. Her roj êşkence li me dihat kirin. Êşkence li Kurdan, sosyalîstan, oldaran li her kesî dihat kirin. Di vê mijarê de cihêkarî nedikirin.”
Kadîr dibêje, eger ew tiştên di nava sal û nîvekê de li Emna Şureka hatine serê wî binivîsîne wê pirtûkeke ji 3 bergan jê derkeve û wiha behsa wan rojan dike:
“Destpêkê em li hucreyeke bi şêweyê koxûşa ji 45 kesan diman. Em hemû tazî bûn û bi zincîran bi hev ve girêdayî bûn. Zincîr jî li lûleyeke dirêj girêdayî bû. Kengî aciz dibûn, bêhna wan teng bû dihatin elektrîk didan wê lûleyê. Bi vî rengî bi carekê ve elektrîk didan 45 kesan. Elektrîk didan û berdidan. Li qêrîna me ya di dema dayîna elektrîkê de temaşe dikirin û dikeniyan. Ji bo kêfxweşiyê carinan malbatên xwe yan jî sivîlên nasên xwe yên ji derve dianîn û li pêş çavê wan bi vî rengî eletkrîk didan me û dikeniyan.”

Bi êşkencê herroj mirov dikuştin

Kadîr ragihand ku wî şahidî kiriye li sedan mirinan û bi sedan mirinên li koxûş û hucreyên din jî bihîstiye. Kadîr behsa yekê ji mirinên ku şahidiya wê kiriye, dike: “kesekî navê wî nayê bîra min, bi rojan êşkence lê kirin. Di nava xwînê de mabû. Piştre bermîlek anîn korîdora hucra lê bûn û bi xwê û avê dagirtin. Me fêm nekir, çi ye. Dûre ew mirovê her derê wî di nava birîn û xwînê de mabû  xistin hundirê wê bermîlê. Diêşiya, feryad dikir. Du caran ew xistin hundirê bermîlê û derxistin, cara sêyemîn xistin hundirê bermîlê, hingê ew miribû. Cesedê wî bi min dan hilgirtin. Heta beşa kêleka korîdorê min cesed hilgirt. Nizanim ku piştre çi anîn serê cenazeyê wî.” Bi vî rengî Kadîr got li Emna Şureka bi êşkence herroj mirov dihatin kuştin.

Hedefa pêşî ya raperînê: Emna Şureke

Kadîr da zanîn ku dema ew li Emna Şureka dihat ragirtin, navê Midûrê Emniyetê Rahîp Taha, alîkarê wî efserê bi navê Hasan, Mulazim Tarik, Mulazim Abbas, Mufavvaz Selman, Rahman û Şakir tên bîra wî û ragihand ku herî zêde van kesan êşkence kirine û mîna mêşan bikujin bi êşkenceyê mirov dikuştin. Kadîr  diyar kir ku ji doza lê hat darizandin destpêkê 10 salan dûre jî 24 salan ceza lê hat birrîn û paşê ew birin Girtîgeha Ebû Xureyb. Kadîr da xuyakirin ku ji bo xatirê serketineke li dijî Îranê ya di dema şerê Îran-Iraqê de, di meha 9’an a sala 1988’an de Saddam Huseyîn efûyeke giştî îlan kiriye û bi vî rengî ew serbest hatiye berdan.
Kadîr ê ji ketina Emna Şureka re şahidî kir, behsa wê rojê kri: “Raperîna destpêkê ya li Kurdistanê di 5’ê Adara 1991’ê de li Ranya destpê kir. Di 7’ê Adarê de bi raperîna li Silêmanî re gel azad bû. Gel avêt ser Emna Şureka. Hemû efser û êşkencekarên li wê derê zevt kirin, û kuştin. Di nava yên hatin kuştin de ew kesên ku min navê wan jimartin û êşkence li me dikirin jî hebûn.”
Serdar Tayyîp Kadîr ê ji Emna Şureka bi saxî filitî hînê li Silêmanî ajokariya taksiyê dike û di heman demê de endamekî çalak ê komeleyên xizmên windahî û mexdûrên êşkenceyê ye.



MUSTAFA DOGAN/ANF/SILÊMANÎ