Belgefilma bi navê “Dil Leyla” ya li ser jiyana Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret, li Festîvala Filman a Nancy hêjayî xelatê hate dîtin.

Di festîvalê de 11 belgefilm ji fînalê re man. Ji nava wan jî dokûmantera ‘Dil Leyla’ bû yekemîn. Serokê Jûriyê Manûel Sanchez li ser belgefilm got, “Qala jinekê dike ku li dijî dîktatorî û zextê di nava şert û mercên giran û polîtîk de ji bo azadiyê têdikoşe, ji cih û warê xwe hatiye dûrxistin û ji bo welatê xwe hewl dide.”

Sanchez diyar kir ku têkoşîna azadiyê ya li dijî zordariyê mijareke aktûel e û kedkarên sînemayê nabe ku xwe li vê têkoşînê kerr û kor bikin. Sanchez got, “Ev têkoşîn têkoşîna her kesî ye.”

Sanchez herî dawî jî gazin ji siyaseta dewletên Ewrûpî beramberî Tirkiyeyê kir: “Gelekî li ber dikevim ku dîktatorên mîna Erdogan dikarin li Ewropayê biaxivin. Û Fransa jî dikeve vê xefikê.”

ANF/NANCY