Broşûr di salvegera damezrandina PKK’ê 27’ê Mijdarê de hat weşandin ku ev roj li welatê Tamîlan wekî roja bibîranîna qurbaniyên qirkirinê û şehîdan tê binavkirin.
Broşûra bi navê ‘Azadkirina Jiyanê: Şoreşa Jinê’ ku ji gelek pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye amadekirin, ji aliyê Weşanxaneya Pragnaî ve li zimanê Tamîlî hate wergerandin. Broşûr li bîrdariya qurbaniyên qirkirinê û lehengên Pilingên Tamîlê yên li Mûllîvaîkkaal Mûttram hat nasandin. Broşûr ji aliyê yek ji femînîstên navdar ên Tamîlî û aktîvîsta mafên mirovan Tamîl Nadûlû Poonkûzhalî Nedûrman ve hat wergerandin. Dr. N. Malathy jî pêşgotina broşûrê nivîsand.
NAVENDA NÛÇEYAN