Helbestvan Îbrahîm Reşîd Derwêş (bi navê xwe yê din Bavê Hogir) got, Şoreşa Rojava gelek destkeftiyên mezin derxistine holê û divê ev bên nivîsandin. Ji bo nivîsandina roman û helbesta şoreşê, Derwêş îşaret bi girîngiya cihgirtina nivîskar û rewşenbîran di şoreşê de kir. Helbestvan Îbrahîm Reşîd Derwêş dibêje, li ser gotina Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan “Yên ku dikarin binivîsin û nenivîsin, pênûsa wan zûha be” wî dest bi nivîsandina helbestan kiriye. Wî weha berisiva pirsên me da.


We çawa dest bi helbestan kir û sedemên hûn dest bi nîvisandina helbestan bike çi ne?

Du xalên sereke bûn sedem ku ez helbestan binivîsim. Yek jê gotina Serokatiyê ya ku dibêje, “kesên ku ji bo şoreşê tiştekî neke bila pênûsa wî zuwa bibe.” Ev  gotina serokatiyê bandorek li ser min kir. Ya duyemîn jî  beriya em PKK’ê nas bikin û wan qebûl bikin, ez di Partiya Çep de bûm. Wê demê em û gelek hevalên me bi wan re diketin nîqaşan û nakokiyan. Lê piştî rastiya PKK‘ê li ber çavan xuyabû. Me dît ku ew ên rast in û bi rastiyê ji bo azadiya Kurdistinê dixebitin. Êdî me ew qebûl kirin. Paşê min xwe mecbûr dît ku ez bi nîwisînim.


Dema hûn helbestên xwe dinivîsin çavkaniyên we çi ne?

Ez bi xwendinê pir mijûl dibim. Min pirtûk û dîwanên Cegerxwîn dixwendin. Lê ji ber ku ez cotkar bûn wextê min nebû ku ez bi helbestvanan re rûnêm û behsa çawaniya nîvisandina helbestan bikim. Min ji pirtûk, ragihandin û televizyonê xwe fêrî nîvisandina helbestan kir û  min karîbû helbestên xwe bi qafiye binivîsim. Helbestên Ceger-xwîn gelek bandor li min kir.


Dema hûn helbestan li ser qehremanan çêdikin gelo hûn vê yekê bi çi rengî hildibijêrin?

Ev kesê ku xwîna xwe ya pîroz di ber vî welatî de dide da ku gel bi azadî jiyan bike bi çi rengî be divê em hinekî mafê wî bidin li beramberî keda ku daye. Eger bi dilopeke ji nava berhrê be jî divê neyê jibîrkirin û di her qadê de werin bibîranîn. Ji ber vê yekê min helbest li ser şehîdan nivîsandin. 


Piştî ku we tevgera azadiyê nas kir gelo di jiyana we de çi guherî?

Berîya niha bawerîya me bi wan kesan dihat ku destên xwe dixistin ên çeteyan û digotin em ê bi hev re Kurdistanê ava bikin. Lê li gorî berjewendiyên xwe yê kesayetî tevdigeriyan. Lê niha me rastîya vê yekê nas kir û  tevgera me hate guhertin. Şoreşa ku îro belav bûye, yek ji encamên perwerdeyên tevgerê ne.


Jixwe hûn bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rûniştîn, Ocalan bandoreke çawa li we kir?

Li gorî min bê Serokatî em xwe bê keramet dibînin. Zarokên min bêyî wî nedibûn tiştek. Ked û berhema Rêber Apo daye gelê Kurd divê hemû gelê Kurd deyndarê wê xebatê be. Her çiqasî ez helbestan li ser wî çêbikim jî ez xwe deyndar dibînim.  


We heta niha çend helbest çêkirine?

Helbestên 30 in, helbesta min a derbarê Şengalê de ji 134 rêzikan e. Temamî bi yek qafiyê hatine çêkirin. Yani hin helbest direj in, ên weke destanan jî hene.


Maneya Şoreşa Rojava ji bo we çi ye?

Min digot ez di nawa şoreşê de dijîm. Lê çi tiştên ku dihatin gotin, me bawer nedikir. Me gelek tişt jî bi dest xistin lê me bawer nedikir. Ji  ber ku gelek aliyan ev yek qebûl nedikir, min tu şoreş weke ya Rojava ku gavên mezin bavêje û destkeftiyên mezin bi xwe re bîne, nedîtiye. Gelê me jî dema ku rastiya vê şoreşê nas kir cihê xwe di nav de girt û ji bo serketina wê li dijî  çeteyan têkoşiya.

Şoreş derfeteke ji bo me hatiye, divê ev firsend ji destên me neçe, şoreş gavên mezin davêje ku siberoja gelan ronî dike, roj bi roj gelek pirsgirêkan çareser dike.

Weke rewşenbîr jî li gorî du beşan e, beşa ji rewşenbîrên welatparêz ku ji wê rûmetê dixebitin û cihê xwe di  nava şoreşê de girtine, em spasiya wan dikin. Beşa din ku piraniya wan di riyeke şaş de tevdigerin û li gorî mejiyê berê dixebitin û banga me ji wan kesan re ku welatê xwe berdane, vegerin welatê xwe pêwîstiya welat bi gelê wî heye bi taybet di vê rewşa heyî de.


Îbrahîm Reşîd Derwêş 

Îbrahîm Reşîd Derwêş ji bajarê Serêkaniyê yê Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê ye.  67 salî ye. Sala 1986’an tevgera azadiya Kurdistanê nas kir, sala 1993’yan dest bi nivîsandina helbestan kiriye, gelek zarok û neviyên wî di nava tevgera azadiya Kurdistanê cihê xwe girtine û şehîd bûne.  Li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî maye û gelek hêz jê girtiye û dest bi nivîsandina helbestan kiriye. Li ser têkoşîna azadiyê, lehengî, şehîdan, Şengal û Rojava helbestên wî hene.


MIHEMED NURÎ EKÎNCÎ/ANHA/SERÊKANÎYÊ