
Nobeda Azadiyê, ku li Strasbourgê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir, di hefteya 246. de ye. Nobed vê hefteyê ji aliyê 4 Kurdistaniyên ji Swîsreyê hatin ve tê girtin. Zemzem Guneş, Hatîce Sert, Rizgar Heyder û Fîkret Ûçar roja Yekşemê nobed ji endamên Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) dewr girtin. Çalakvan tevahiya roj agahiyê didin xebatkarên Konseya Ewropayê, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê (CPT), tûrîst û şêniyên bajêr.
ANF / STRASBOÛRG