
Pisporê Rojhilata Navîn Jim Zanotti rapora navê “ Tirkiye: Bekgraund û Têkiliyên bi DYA’yê re” li ser navê Navneda Lêkolînê ya Kongreya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê amade kir.
Di raporê de tê gotin ku kêmara Kurd ji sedî 15-20’ê şêniya Tirkiyeyê pêk tînin û beşa herî hejar a civaka Tirkiyeyê ye. Di raporê de tê diyarkirin ku ji destpêka damezrandina komarê ve pirsgirêka Kurd heye û her tim dewleta Tirk bi rêberazên otorîter û leşkerî daxwazên Kurdan çewisandiye.
'Operasyonên girtinê siyasî ne'
Di raporê de tê diyarkirin ku PKK li şûna polîtîkaya xwe ya “cûdakar” daxwaza mafên çandî, siyasî û xweseriyê dike û diyar dike ku dê pirsgirêka Kurd bi rêya çandî, aborî û siyasî çareser bibe. Di raporê de tê destnîşankirin ku polîtîkaya hikûmeta Erdogan, li ser esasê “nasnameya hevpar a Îslamî” ye û tê xwestin ku di makeqanûna nû de nasnameya Kurdan, mafên Kurdan ên perwerdehiyê bêne naskirin û benda hilbijartinê ya ji sedî 10 were daxistin.
Rapor operasyonên di bin navê KCK’ê de li hemberî siyaseta Kurdan tê meşandin, weke operasyonên siyasî tê nirxandin û destnîşan dike ku di bin navê van operasyonan de endamên BDP’ê têne girtin.
Di raporê de tê diyarkirin ku ji sala 2007 ve Tirkiye û DYA li hemberî PKK’ê xebateke rêkûpêk dimeşînin û Amerîka alîkariya sîxûrî dide Enqereyê û hikûmeta Tirk ji Washingtonê dixwaze ku Kongre biryara dayîna Balafirên Bê Mirov ên Hewayî ji bo Tirkiyeyê bide.
‘Konsensusa makezagonê'
Di raporê de tê diyarkirin ku ji bo makeqanûna nû pêwîstî bi konsenseke nû heye û wiha tê gotin; “Tişta ku li Tirkiyeyê gumanan bi xwe re tîne, ew e ku desthilatiya yek partî hêzê bi kar bîne û bi tena serê xwe makeqanûnek nû çêbike. Li vir, tişta cihê pirsê ew e ku dê ev makeqanûna nû li gorî dilê rêberên populer be, an jî dê ji bo makeqanûna nû konsensusek were amadekirin, û dê hemû pêkhateyên bîrdozî di nav de cih bigirin?”
Di beşa bi sernavê “Profîla lîstîkvanên sereke yên li Tirkiyeyê” de Serokkomarê Tirk Abdullah Gul, Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan, Wezîrê Derve Ahmet Davûtoglû, Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdarolgû û Rêberê PKK’ê Kurd Abdullah Ocalan hene.
Di raporê de tê destnîşankirin ku Ocalan yek ji van 5 lîstîkvanên sereke ye û der barê Ocalan de serboriyeke dirêj hatiye nivîsandin. Di raporê de behsa ji destpêka damezrandina PKK’ê û heta îro dike. Rapor bal dikişîne ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd di navbera Ocalan û dewletê de muzakere hatine kirin. Her wiha, di raporê de tê gotin ku Ocalan bi alîkariya DYA’yê li Kenyayê hatiye girtin û radestê Tirkiyeyê hatiye kirin.
ANF/WASHINGTON