Otobusê di 2’yê cotmehê de dest bi tûrê kir. Otobûs piştî bajarê Heilbronnê gihişt Freiburgê. Otobûs li bajarê Buhle Badenê bi girseyî hate pêşwazîkirin. Li Novotela li navenda bajêr mîtîngek hate lidarxistin. Piştî ku bi almanî der barê çalakiyê de agahî hate dayîn, ji rêveberên Federasyona Komeleyên Kurdan ên Almanyayê (YEK-KOM) Bahattîn Dogan axaftinek kir.
Dogan da zanîn ku ew heta niha çûne serdana 5 welat û 35 bajaran û li her her derê bi girseyî hatin pêşwazîkirin.
Di çalakiyê de Teolog Henri Dahlem ê ji Hollandayê jî axaftine kir û diyar kir ku divê Ocalan azad bib e. piştî axaftinê Dahlem dest bi berhevkirina îmzeyan kir û zêdetirê hezar îmze berhev kir. Rawestgeha otobûsa ji Ocalan re Azadî ya îro dê bajarê Ulm ê Almanyayê be.
FREIBURG