Li Katalonyayê di dengdana parlemenê de ji bo ragihandina serxwebûnê ya yekalî, destpêkirina pêvajoyê hat qebûl kirin. 

Parlamena Katalonyayê ji bo nirxandina krîza bi rêveberiya navendî ya Spanyayê re doh civiya. Parlamenê destpêkê ji bo cûdabûna ji rêveberiya Madrîdê destpêkirina pêvajoya destûra bingehîn, erê kir. Piştre derbasî dengdayîna serxwebûnê bû.

Di dengdayîna veşartî de, li Meclîsa bi 135 kursiyan, ji bo serxwebûnê 70 deng û ji bo serbixwenebûnê jî 10 deng derketin. Di dengdayînê de 2 deng vala bûn.

Li aliyê din Serokê Spanyayê Marîano Rajoy di twîtterê de nîvîsek weşand û got: “Ez ji hemû Spanyolan hêvî dikim ku aram bin. Dewleta hiquqê wê li Katalonyayê qanûnan bixe dewrê.”

Li Katalonyayê di referandûma serxwebûnê ya di 1’ê Cotmehê de ji sedî 90´ê hilbijêrên çûyî ser sindoqan ji bo serxwebûnê gotibû ´erê´. 


NAVENDA NÛÇEYAN