Asayîşa PDK’ê ya Hewlêrê welatiyên ji ber doza siyasî ya Kurd û zextên dewleta Tirk koçî Hewlêrê bûne bi zorê û bi gefan ji Hewlêrê derdixe. Du welatiyên ku me karî li Silêmaniyê xwe bigihînin wan ji ajansa me re axivîn û agahiyên balkêş di derbarê asayîşa Hewlêrê de dan.  Hindek welatiyên Bakurê Kurdistanê yên ji ber doza siyasî ya Kurd û zilm û zora dewleta Tirk koçber dibin û berê xwe didin Başûrê Kurdistanê li rastê astengî, gef, zext û mûameleyeke xirab ya rêveberî û asayîşa PDK’ê tên. Tevî hemû hişyarî, rexne û hewldanên çareserkirina meseleyê ya nûnertiya HDP’ê ya li herêmê jî ev pirgirêk çareser nebûne û gelek welatî ji aliyê PDK’ê ji herêma Behdînan û bi taybet jî Hewlêrê hatine derxistin. Welatiyên ku di van demên dawiyê de ji Hewlêrê hatine derxistin û derbasî Silêmaniyê bûne xwestin bi rêya ajansa me nerazîbûna xwe li dijî van pêkanînên PDK’ê bînin ziman û dawî li van pêkanînên li dijî welatiyên Bakurê Kurdistanê yên li Başûrê Kurdistanê jiyan dikin, were.

  Bi zorê ji Hewlêrê tê derxistin

Mihemed Wefa dibêje, li Hewlêrê lokonteyekî xwe hebû lê, ji ber PDK wî bi zorê ji wir derxistiye ew jî ji dest çûye û niha di rewşeke xirabdene û wiha berdewam kir: “Rojek asayîş hat gazî min kir, ez jî çûm asayîşê.  Li wir ji min re gotin qedexe ye tu bikevî Hewlêrê.”


ŞOREŞ BENEK / NASYAR MISTEFA / ROJNEWS / SILÊMANÎ