Dîroknas Şefîqe Elî ya bi navê Leylan tê naskirin, piştgirî da çalakiya greva birçîbûnê ya hevseroka KCD’ê Leyla Guven a ji bo şikandina tecrîda li dijî Ocalan. Dîroknas Leylan, xwediyê gelek pirtûkan e û temenê wê 84 sal in. Leylanê bi peyamekê silavên xwe ji bo Leyla Guven şandin û got; “Ez çavê Leylayê maç dikim. Piştî Arîn Mîrkan, Avesta û Zekiye Alkanan, Leyla pêşenga serdemê ya jinên Kurd e. Hêviya min e ku çalakiyên greva birçîbûnê wê bigihîjin armanca xwe. Serketin wê ya gelê Kurd be û mirin ji bo dagirkerên Kurdistanê be. Kesên ku alîkariya dagirkeran dikin, xiyanetê dikin. Bi nihêrînên Ocalan, hemû Kurdistan û Rojhilata Navîn wê azad bibe.”

Pêwîst e parêzer Ocalan bibînin

Leylan bêdengiya aliyên siyasî a li hemberî tecrîdkirina Ocalan jî rexne kir û got; “Her kesê ku helwêstek li hemberî tecrîdkirina Ocalan nîşan nede û xwedî li Ocalan dernekeve, xiyanetkar e. Divê herkes piştgiriya çalakiyên greva birçîbûnê bike. Pêwîst e parêzer Ocalan bibînin, heger ev yek pêk were, çareseriyek wê ji bo gel were dîtin.”

 

 ROJNEWS/SILÊMANÎ