Bi minasebeta salvegera 5´an a fermana 3’yê Tebaxa 2014’an ku çeteya DAIŞ’ê li Şengalê anîbû serê Êzîdiyan, li herêma Serdeştê ya Çiyayê Şengalê, pêşangeha wêneyên fermanê hat vekirin.
Pêşangeh ji aliyê Yekîtiya Ciwanên Êzîdî (YCÊ) û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzîdî (YJCÊ) ve hat organîzekirin. Pêşangeha ji wêneyên dema fermanê yên koçberiyê, êz û zehmetiyên ku gel kişandine, şehîdên berxwedanê pêk tê, ji aliyê gelek welatiyên ve hat ziyaretkirin.
Di dema pêşengehê de her wiha sînevîzyonek ku li ser fermanê hatiye amadekirin jî, hat pêşandan.
ROJNEWS / ŞENGAL