Dr. FELAT ARTOS* 

Ji bo mijar baş were fêmkirin, di sêrî de hewce ye peyva çandê were pênasekirin. Tiştên ku bi domana demê re ji hêla civakê ve hatine afirandin û li xwezayê hatine zêdekirin, wekî çand tên binavkirin.

Çand karaktera civakê ye û di nava demê de gelek caran wekî xwe namîne li gorî hewcedariyên civakê vediguhere. Civak bi çanda xwe li ser piyan dimîne, xwe bi pêş dixe û siberoja xwe ava dike. Ji bo civakbûnê, çand nasnameyeke sereke ye. Di nav çandê de hem tiştên madî û hem jî tiştên manewî hene. Ji wan yek jî çanda tenduristiyê ye.

Ji mêj ve insan ji bo êş û nexweşiyên xwe derman bike, ketiye nav lêgerînan. Bi gelek rê û rêbazên cuda xwestiye ji heqê nexweşiyan derkeve. Bi taybetî ji giyayan sûd wergirtiye û gelek tiştên cuda ceribandine. Bi domana demê re bi awayekî xwezayî di nav civakê de gelek azmûn derketine holê. Lê ti kesî dest nedaye ser vê keleporê û zeft nekiriye. Ji ber ku ev tiştên ku derketine holê wekî yên civakê dihatin dîtin, bi taybetî ji hêla jinan ve li wan xwedî hatiye derketin. Ji aliyê jinan ve derman bi awayekî xwezayî dihatin amadekirin û birîn dihatin dermankirin. Bi vî rengî civakê xwe bi xwe nexweşiyên xwe derman dikirin û li kelepora tenduristiyê xwedî derdiket.

Kapîtalîzm her tiştî wekî meta dibîne. Tiştên ku nikaribe bike meta jî dixwaze têxe bin kontrola xwe. Wekî her warî, dawî dest avête warê tenduristiyê jî. Bi polîtîka û sepanên xwe dixwaze di vî warî de jî bibe desthilatdar û bi tenê gotina wê lê be. Ji bo bigihîje armanca xwe feraseta tenduristiyê ya gel berovajî kir û feraseta xwe afirand. Ev, feraseteke kambax e dûrî rastiya civakê û xwezayê ye. Ji bo feraseta xwe bi cih bike çand û kelepora civakê ya tenduristiyê tine dihesibîne û bi rê û rêbazên teknîkî dixwaze nexweşîiyan sax bike. Ev kelepor, wekî tê zanîn bi zimanê wê civakê tê veguhestin. Gava zimanê civakê hate qedexekirin jixwe ev zanîn û azmûn jî derbasî nifşên nû nabin. Ji ber vê kapîtalîzm bi tenê zimanê xwe yanî yekzimanî esas digire. Naxwaze civak ji heqê xwe derkeve û birînên xwe bipêçe. Dixwaze her tim bibe mihtacê sîstemê. Kesên ku ji zimanê xwe yê zikmakî bêpar mane, ji gelek aliyan ve qels û lawaz dimînin nikarin xwe baş îfade bikin. Berî her tiştî bixwebaweriya wan kesan şikestî ye û mêjî ne zelal e.

Ji bo ku van polîtîka û sepanên kapîtalîzmê re derkevin serî divê li çand û zimanê xwe xwedî derkevin. Kelepora tenduristiyê ya ku di demeke dirêj de dapaliye û hatiye vê rojê divê were parastin û wekî dewlemendiyekê were dîtin. Ji bo vê ked û xebateke mezin divê. Exlebe xebatkarên tenduristiyê divê vî barî bidin ser milên xwe û pêşengiyê bikin. Her wiha lêxwedîderketina ziman wê bibe bersiveke xurt. Wekî civak lazim e tenduristiya xwe ji kapîtalîzmê biparêzin û feraseteke xweser û pergaleke civakî ava bikin.

* Nivîs di e-rojnameyê de hatiye weşandin