Kongreya 7´an a PYD′ê doh piştî civînên du rojan bi dawî bû. Dema nûçeya me hat amadekirin çav li rê bû encamnameya kongreyê bê amade kirin. 7′emîn kongreya PYD′ê li Navenda Çand û Huner a bajarokê Rimêlanê yê ser bi Girkê Legê hat lidarxistin.

Di kongreyê de Hevserokatiya PYD′ê, KNK, Saziya Malbatên Şehîdan, TEV-DEM′ê, Kongreya Star, YPG′ê, Federaliya Bakurê Sûriyê, MSD′ê, Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê, Meclîsa Sivîl a Reqayê, Meclîsa Rêveberiya Xweser a Şengalê, Desteya Koordînasyona Niştîmanî-Tevgera Guhertin a Demokratîk, Partiya Hevbendiya Demokratîk a Kurdistanî, Kombûna Çepger û kesayetên demkratîk, Meclîsa Sivîl a Minbicê, Partiya Yekîtiya Suryanî, Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê, Meclîsa bajarê Girê Spî, Meclîsa Sivîl a Tebqayê, Meclîsa a Dêrazorê, Partiya Modernîteya Demokratîk a Sûrî, Desteya Niştîmanî ya Erebî, Partiya Vîna gelan û Yekîtiya Rewşenbîran a Rojavayê Kurdistanê, axaftin kirin û peyamên KCK û KJK′ê hatin xwendin.


Hevserokên nû hatin hilbijartin

Piştre jî peyamên pîrozbahiyê yên gelek partî û rêxistinan hatin xwendin.

Partî û rêxistinên ji Ewrûpayê jî peyamên pîrozbahiyê ji kongreya PYD’ê re şandin

Partiya Komunîst a Fransa, Partiya Sor a Norwêcê û Rêxistina Piştgiriya bi Kurdistanê a Nerwêcê nameyên pîrozbahiyê ji kongreya 7`an a PYD’ê re şandin.

PDK’ê rê ne da ku mêvanên ji derve beşdarî Kongreya 7`an a PYD bibin û deriyê Sêmalka li pêşwiya şandeyên derve girtin.

Kongreya ku bi şîara "Ji Rojavaya Azad ber bi Federaliya Sûriyeya Demokratîk ve  

Di kongreyê de hevserokên PYD´ê yên nû jî hatin hilbijartin û li şûna Salih Muslim û Asya Abdullah Şahoz Hesen û Eyşe Hiso hatin hilbijartin.

Di 7′emîn kongreya PYD′ê de li ser bernameya siyasî û rêziknameya partiyê jî deng dan hat kirin. Piştî ku hin bendên rêziknameyê hatin sererastkirin, hat erêkirin.  Dema ku nûçeya me dihat amadekirin, çav li rê bû ku encamnameya kongreyê biweşîne. 


 GIRKÊ LEGÊ