Du peykerên şêran ku rêjîma Baasê ji gundê Şêran a kantona Kobanê veguhestibûn parka El-Reşîd a bajarê Reqayê, ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve bi temamî hatine xirakirin.

Li gundê Şêran ê girêdayî kantona Kobanê du peykerên şêran hatin vedîtin ku dîroka wan vedigere 700 sal beriya zayînê. Rêjîma Baasê ji bo dîroka Kurdan li vir tine bike di dema serweriya xwe de ew herdu peyker veguhestin bajarê Reqayê û li parka El-Reşîd bi cih kirin.

Piştî ku çeteyên DAIŞ’ê 2014’an bajarê Reqayê dagir kirin herdu peyker bi hinceta ku pût in, rûxandin û niha ji van herdu peykeran tenê komeke keviran maye. 


REQA