Gava li min dinêre, çavên wê yên reş mîna ezmanê bi çirusîna stêran teyisî, rewrewkên şewqê vedihewînin.
Her kêlî, hema bêje ji beyanî başê heta demê razanê wisa bi heyranî, hebekî matmayî hinekî heyirî, ji serê tiliyan heta bigihe tayê por, li min dinêre.
Ez jî lê dinêrim, lê ne bi vê ecêba ku ew li min dinêre:
Gava ku awirên xwe di çavên min de mîna du mîxan dikute, pê dihisim; dixwaze di çavên min re xwe berde nava min û di hundirê min de bigere bigere, were ber deriyê dil, bi çavên serê xwe cihê xwe yê di dilê min de bibîne. Niha jî di ser taştêya dereng de, wisa bi şêweyeke ku min bixwe, min dabelîne, dinêre. Dibişim pê re…Ew, piştî her bişirînê, hebekî dilmayî dibêje,’ tu dîsa tinazên xwe bi min dikî, ne’? Na dibêjim, bêyî ku awirên xwe dagerînim ji awirên wê, dibêjim, ‘dînê, dil kor e, tu wisa bi destpelkê nikarî bi ser deriyê qesra dilê min vedî’. Dibêjim, ‘binêre li vir im, li cem te me, ma ez têrî te nakim,? Dev ji dil berde, ez va me, ez’!
Ew, herdu destên xwe datîne ser sînga xwe û dibêje, ‘ji xwe tu yê min î, dixwazim bibim xwediya dilê te! Dilê min yê welatekî ye dibêjim, hê jî li ser dilê ewil im. Ew sêva ku du sê gez lê daye dirêjî min dike, û bi bergereke lavayî dibêje, ‘bide xatirê Xwedê, min bike welatê xwe, min bike milkê xwe, min bike dem û demsalên xwe…Ma ne tu dibêjî biharî terş û pez, havînî rez û werz, zivistanî tu ez’? Piyala çayê hêdîka datînim ser maseyê, destê xwe davêjim pakîta cixareyê, piştî du sê hilmên keserkuj, dibêjim, ‘belê ez dibêjim… ez, li ser gotina xwe û ya bav û kalên xwe me … û heta ku ji min tê hezê li awirên xwe bar dikim û lê dinêrim: Li pêşberî min wekî zarokeke ku bixwaze tu destên xwe di ser serî re bibî, li hêviya min e ku jê re bibêjim ji te hez dikim. Lê, ew jî dizane ku ne ji wê, ji heza wê hez dikim.
Gava ku dibêjim ji heza te hez dikim, ji min dipirse: ‘Ew welatê ku te dil dayiyê rojekê bi tenê, carekê bi tenê ji te re gotiye ji te hez dikim’? Û kelogirî, bi qasî ku peyvin di gewriya wê de nîvqurçî bibin, dibêje, min ji te hez nekiribûya, min xwe dida te? Û wekî her carê xwe û welatekî berawerdî hev dike: Ez ya te me, lê welatê te yê hinakan e, ma ne? Belê, yê hinekan e, dibêjim. Lê ew yê hinekan be jî min dil dayiyê. Dildayîn xwedayîn e, dibêjim, Dibêjim xwedayîn Xwedayî ye . Xwedayîn xwebexşîneke bêbazar e, xwe gorîkirineke ji dil e. Beyteke kalê xwe dixwînim jê re: Aşiq û bulhewes cuda ne/Hin faîdexwaz û hin fîda ne’.
Piştî beytê, serê xwe hebekî diçimînê ber xwe, destê xwe yê rastê davêje biskên ku bi zerahiya xwe hinarkên wê kirine mîna du bîhokên ter-teze, û bêdeng dimîne …Zanim bêdengiya wê dê zêde najo. Mîna ku hilçene, berê xwe dide min, û dipirse: Ez aşiq im, lê tu?
Bersiva min ev e: Ez hey ne bulhews im, ne jî faîdexwaz. Belkî min ne xwe, lê dilê xwe fîdayî welatekî kiribe dibêjim…
Ew, bi dengekî fermanker, dibêje ‘ez ê ji te hez bikim, tu jî welatî?… Wê çawa bibe? Heta kengî’? Heta ku rizgar bibe, dilê min jî dê rizgar be, wê gavê, wê gavê jî tu bixwazî, ez ê dilê xwe bidim te.
- Bi soz?
- Bi soza mêrê berê!