Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E’yê der barê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û berxwedana gelan a li dijî dagirkeriyê de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, dewleta Tirk dixwaze Kurdan qir bike û hate destnîşankirin, “2’ê Mijdarê bi sed hezaran mirov daketin qadan û bi rengekî dîrokî li berxwedanê xwedî derketin. Li her devera dinyayê ji Efganistanê heta Awûstralyayê ji Emerîkayê heta Ewropayê û Latîn Emerîkayê li 7 parzemînan bi coşeke mezin li berxwedanê bûn xwedî.”

Ji bo me peymana gelan esas e, ne ya dagirkeran û em ê vê komployê têk bibin. Em spasiya Kurdistaniyan û gelên dinyayê dikin ku di 2’ê Mijdarê de li 7 parzemînan daketin qadan. Em ê tevî gel û dostên xwe li qadan bin.

Hêz û saziyên navneteweyî li şûna şermezarkirina dewleta Tirk divê ji bo rawestandina komkujiyan bikevin nava liv û tevgerê. Naxwe wê bibin hevparê polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk.”

BRUKSEL