Mark Toner diyar kir ku Emerîka li Sûriyeyê di çarçoveya operasyona Mertalê Firatê de li pişt her gavavêtina Tirkiyeyê ye û got Washington piştgiriyê dide hêzên Kurd ên ku bi DAIŞê re şer dikin.
Toner wiha  peyivî: “Em ê piştgiriya xwe ya ji bo wan dewam bikin û em vê mijarê bi awayekî rêkûpêk bi Tirkiyeyê re jî diaxivin.” Mark Toner bersiv da pirseke der barê siberoja Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad de jî û ev tişt got: “Li gorî wî ji bo serokatiya Sûriyeyê rewatiya xwe wenda kiriye lê di vê mijarê de gelê Sûriyeyê wê biryara talî bide.” 
Wezîrê Parastinê yê Tirikiyeyê Fîkrî Işik jî li Londonê piştî hevdîtina xwe ya bi Wezîrê Parastinê yê Emerîkayê Ashton Charter re ji bo rojnamegeran daxuyanî dabû û gotibû “Tirkiye piştgiriya operayona Reqayê dike lê divê destûr neyê dayîn ku PYD operayona Reqayê ji xwe re bike derfet û li herêmên ku bi dest dixin bimîne.”


 NAVENDA NÛÇEYAN