Hûn dê tola çi hilînin?
Parêzera Çomak Several Ballıkaya jî bal kişand ser darizandina salan û diyar kir ku muwekîlê wê rastî êşkenceyê hatiye. Ballikaya, anî ziman ku piştî biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê (DMME) pêkanîn û darizandin li dijî hiqûqê ye û wiha axivî: “Bi qasî emrekî muwekilê min tê darizandin. Wekî polîs, dozger û dadger hûn dê hêj çi bikin. Hûn di şopa çi di ne. Hûn dê tola çi hilînin?”
Ne adîl û hiqûqî ye
Parêzer. Huseyin Bogatekin jî anî ziman ku ev heyeta dadgehê ne serbixwe û ne bê alî ye û dadgeh bi şik e û wiha peyivî: “Ji ber vê yekê ev biryar ne adîl û hiqûqî ye.
Hiqûqa mêtîngeriyê pêk tînin
Mudafiyê Çomak û Hevserokê Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwazan (OHD) yê Stenbolê parêzer Sinan Zincir jî xwest parastinê bike, lê serokê heyeta dadgehê destûr neda. Zincîr jî anî ziman ku mafê wan ê axaftin û parastinê heye û bertekên xwe anî ziman. Piştî demekê niqaş û rageşî di navbera heyeta dadgehê û parêzeran de çêbû. Heri dawî Zîncîr, got “Hûn hiqûqa mêtîngeriyê pêk tînin. Hûn nikari dozê bi rêve bibin. Destê xwe dînin ser wîcdanê xwe û ji dozê xwe vekişînin.”
Bila edaleta wisa tine bibe
Herî dawî Çomak dîsa mafê parastinê kir û got: “Heyeta dadgehê darizandinek adîl nekir. Ji ber vê yekê ez tiştekî nabêjim.”
Heyeta dadgehê piştî navberê cezayê muebetê ku di sala 2000’an de hatibû dayîn erê kir û dubare cezayê muebetê da. Bavê Îlhan Çomak Îbrahim Çomak jî bertek nîşanî biryarê da û got: “Bila edaleta wisa tine bibe.” Parêzer û beşdaran jî bi çepikan biryara dadgehê şermezar kir.
---------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------
Îlhan Samî Çomak kî ye?
İlhan Sami Çomak 22 sal berê hêj 21 salî bû dema Beşa Erdnîgariyê ya Zanîngeha Stenbolê dixwend di sala 1994’an de hat binçavkirin û hat girtin. Çîroka ku Îlhan Samî Çomak ê 22 sal in di zindanê de û bi filmê “Şandiyar” hatibû vegotin.Rastî êşkenceyê hat
Îlhan samî ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve di sala 1994’an de hat binçavkirin. Nêzî 15-16 rojan li midûriyeta polîsan rastî êşkenceyê hat. Piştre ji aliyê dadgeha ku dadgerê leşkerî (Dadgehên Ewlehiya Dewletê -DGM) lê dinere lêpirsîn hat kirin. Di encamê de jî hat girtin û şandin girtîgehê. Heta salên 1999’an dem dem rûniştinên dozê hat dîtin. Dadgehê hin delîlên qedexe, çîrokên ku li ser îfade û daxuyaniyên di bin çavan de hatine kirin û curimê îtîrafkaran wekî rast qebûl kir. Bi van delîlên li dijî hiqûqê û çîrokên bê esil dosyayek çêkir û bi vê dosyayê cezayê herî giran hukmê îdamê yê Zagona Cezaye Tirk da Îlhan. Cezayê TCK 125. Lê piştre dadgehê hal û helwesta Îlhan a baş li ber çavan girt û cezayê îdamê vegerand cezayê muebbetê. Heqûqnasan jî piştî vê biryarê dosya der barê Îlham de birin DMME’ê. Di sala 2007’an de DMME’ê ew mafdar dîtin. Di rastiyê de jî di dosyayê de hebûna Hekîmê leşkerî wekî îhlal dît. Ji hikûmetê re jî got ‘Tu dikare vê îhlalê rast bike û ji nûve darizîne.’ Dadgehê jî biryar da ku ji nûve darizîne.
Li hepsê 4 pirtûk nivîsand
Ev biryar piştî ket bin venêrtina DMME’ê û şûnde îhlalek pêk hatiye. DMME’ê jî li ser vê îhlalê ji Tirkiyeyê xwest ku “Îlhan ji nû ve bi awayekî adîl darizîne û bang kir û biryar girt. Piştî biryara DMME’ê 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê piştî 20 salî şûn de “biryara darizandina ji nû ve” ya Çomak da û Çomak di 13’ê Kanûna 2013’an de derket pêşberî dadmend. Di danişîna ewilîn de, parêzerên wî daxwaza tehliyeya wî kirin, lê heyeta dadgehê diyar kir ku dibe delîlên sûcî hatibin windakirin û bi vî awayî daxwaza tehliyeyê red kir. Piştî vê Çomak di 14’ê adara 2014’an, 5’ê Îlona 2014’an, 1’ê Tîrmeha 2015’an, 12’ê Nîsana 2016’an û 13’ê Tîrmeha 2016’an de dubare derket pêşberî dadmend û di her carê de daxwaza tehliyeya wî hat redkirin. Dê Çomak dubare, di 28’ê Îlonê de li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê derkeve pêşberî dadmend.
Çomak û malbata Çomak 22 salan têkoşîna edaletê dan, lê piştî têkoşîna 22 salan dadgehê biryara cezayê muebetê.
Her wiha Îlhan Samî Çomak li zindanê 4 pirtûk derxist. Her çar pirtûk jî helbest e.
DÎHA/STENBOL