Şervanê YPG‘ê Ehmed Hacirî bi nasnav Lezgîn Qamişlo li bajarê Qamişlo dema erka xwe pêk di anî şehîd bû. Cenazeyê şehîd Ehmed doh bi merasîmeke girseyî li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan hate veşartin. Merasîm bi bîranîna şehîdan û tûraneke leşkerî ji aliyê şervanên YPG û YPJ‘ê ve dest pê kir. Paşê bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan endamê meclisê Qehreman Mihemed Emîn axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest. Bi navê hêzên leşkerî ji fermandarên YPG‘ê Mustefa Qamişlo axivî û soza şopandina rêya şehîdan nû kir. Bi navê malbata şehîd Ehmed meta wî Menal Hacirî axivî û anî ziman ku ew bi şehadeta Ehmed serbilind in soza şopandina rêya şehîdan da. Piştî axaftinan nasnameya şehîd ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Revîn Şêxmûs ve hate xwendin û radestî bavê şehîd hate kirin. Cenazeyê şehîd Ehmed Hacirî di nava dirûşe û tilîliyên dayikan hat veşartin.  ANHA/QAMIŞLO