MURAT MANG / BIELEFELD

Federasyona Yekîtiyên Demokratîk ên Dersimê li Ewrûpayê (ADEF) û Komeleya Piştgiriya Dersimê ya Bielefeldê, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Bielefeldê bi navê “Dersim 38” panelek organîze kir. Nevzat Şahin moderatoriya panelê kir û nivîskar-lêkolîner Mehmet Bayrak û serokê giştî yê ADEF´ê Muharrem Erdogan qiseker bûn.

Panel bi rasthatina salvegera bidarvekirina ji lîderên Dersimê Seyid Riza û hevalên wî (14-15 Mijdar) ji bo bibîranîna kesên di qirrkirinê de jiyana xwe ji dest dayî hat birêvebirin.

Muharem Erdogan di axaftina xwe de got, tevî qirrkirinê jî dewlet negihiştiye a xwe û wiha peyivî: “Di qirrkirinan de ya ku derxistin pêş, xeta Tirk-Tûranparêz bû. Lê dewlet tevî qirrkirinê jî negihişt armanca xwe.”

Erdogan da zanîn ku weke federasyon ew dixwazin qirrkirinan ragihînin raya giştî ya cihanê û wiha dewam kir: “Me xwe gihand 27 şahidên sax ên qirrkirinê. Di nava van de efserên hingê yên eskeriyê jî û xelkê me jî hebûn. Dewlet bi rabihuriya xwe re rûbirû nabe. Pê re jî îro (qirrkirinan) li Sûr, Cizîr, Efrînê dewam dike. Hîna doh, li mereş û Sêwazê Elewî qirr kirin. Ji ber vê yekê jî yekane tişt heye ku em li dijî qirrkirin û faşzîmê bikin û ew jî têkoşîna bi hev re ye.”

Mehmet Bayrak jî di axaftina xwe de îşaret pê kir ku dijminatiya dewletê ya li dijî malbata Seyid Riza ji sala 1864´an e û bi belgeyan ev rave kir: “Ez ti carî bê belge, agahiyekê parve nakim. Hingê, qirrkirina etnîk li dijî her kesa li derveyî nasnameya Tirk-Hanefî-Misliman dest pê kiribû. Yekrengkirin hebû. Siyaset ev bû. Piştî Rûm, Ermenî, Asuriyan, dor gihiştibû Qizilbaşan. Heta ku mirov bi plana Şerq Islahatê nizanibe, ne pirsgirêka Kurd û ne jî ya Dersimê nayê fêmkirin. Ev plana îdamê ye.”

Li ser berpirsiyarên qirrkirinê jî Bayrak wiha peyivî: “Berpirsiyarê sereke yê qirrkirina Dersimê, serokkomarê demê û ku hinek ji bo wî dibêjin, hingê nexweş bû û haya wî ji qirrkirinê nebû, lê bileks, di nava qirrkirinê de cihê xwe digirt ango Mistefa Kemal bû; tevî wî serokwezîrên hingê Celal Bayar û Fevzi Çakmak jî pê re berpirsiyarên sereke ne.