• Li gor xebatkarên projeya Zanîngeha Wageningenê “Senaryo 2” ji bo siberoja Kobanê û Rojava hemûyî rizgariya çandiniyê û avdaniyê ye. Bi saya serê vê senaryoyê, çandinî wê xurt be. Zêdetir berhem wê bên hilberîn, di heman wextê de heşînkirina gelek cureyan guncaw e; çandiniyeke bênavber, lê cotkariya bi dor û hilberîn pêkan e.
Ehmed Pelda  Berxwedana Kobanê, çawa bi destekariya gelek berxwedêrên cihanê yên welatên cihêreng bû serwer, niha jî ji hêla aborî û zanistî ve çiruskan vedide. Êdî li dewsa şervanên enternasyonal ku bi destekariya berxwedana Rojava gelek navdar bûn, niha jî zanyar, pispor û zanîngehên cihanê ketine rêza hevgirtin û destekdayînê. Çawa berxwedana destpêkê ya bi çek û sîlehan dimeşiya, niha bi vê merhaleya nû ve nivîs, lêkolîn, guftugo û pisporî dewsa wê digirin. Li Holandayê xwendekar û lêkolînerên Zanîngeha Wageningenê ji bo bipêşketina avdanî û çandiniya Kobanê proje amade kirine. Ew bi navê “Ji nû ve zîndîkirina çandiniyê li Kobanê – Çêkirina senaryoyan ji bo Rêveberiya Herêmê” hatiye amadekirin. Xebatê bi hevkarî û pêşengiya komek xwendekarî dest pê kiriye. Ev kom ji 6 xwendekaran pêk tê. Li gorî hewcedariyê, Profesor Joost Jongerden û Desteya Bipêşxistina Kobanê jî destekarî daye projeyê. Herweha gava ku pêwîst bûye xwendekarê lêkolîner ji Cor Langeveldê ê bi navê Joost Guijt jî di warê birêvebirin û şêwirmendiyê de alîkarî daye. Sê senaryo li ser binesaziya projeyê hatine rûniştandin. Koma lêkolîneran xebateke bi hûrgilî meşandiye. Dane û agahî hemû bi destê wan hatine berhevkirin, bi şêwazekî hûrgilî hatiye neqişandin. Li gorî agahî û encamên wan yên bidestxistî, projeyên cuda jî tên pêşniyazkirin û ev jî di nava hin çarçoveyên cuda de hatine rêzkirin. Analîza axê, potansiyela avê û cureyên bikaranîna wê, herweha birêxistinkirina karûxebatê û rewşa cîvakî jî yekser tê pêşkêşkirin. Bi vî awayî ramaneke ji pir şaxan sûd werdigire û li ser stûneke yekta xweradigire, tê sazkirin. Senaryo 0 Xebat li gor 3 senaryoyan tê dabeşkirin. Ya destpêkê wek “senaryo 0” hatiye binavkirin. Li vir cureyekî çandiniyê tenê heye û ya niha li Kobanê heye jî, ev e. Lê ev ji hêla avê ve ne bikarîner e. Mêjera avê ya ji bo zeviyan tê bikaranîn zêde ye û li ser rûyê erdê servekirî diherike. Ev him dibe sedemê îsrafa avê û hem jî riya ziyana xwêdan û şewitandina axê vedike. Wek mînaka Herranê ya di çarçoveya projeya GAP a Tirkiyê de hatibû çêkirin, dibe sebebê gelek neçêyiyan ji bo cotkariyê. Tê zanîn ku ji ber germa rojê ya zêde, berî ku ax hilçîne av hilm dide, erdê diterikîne û lê xwêya wê li ser erdê dimîne. Ev jî xweliyê û bermayiyên gubreya xwezayî ya di nav axê de, dişewîtîne û ji bo zemanekî dirêj erd hişk dibe, dibe çol û êdî tiştek lê heşîn nabe. Herweha li Kobanê ji ber kêmasiyê avê bi jenertoran bi riya bîran, ji binê erdê tê derxistin ku ev jî bê kontrol e û her diçe mêjera avê jî kêm dibe. Lewma ev senaryo ji hêla zanyarên Zanîngeha Wageningenê ve nayê pêşniyazkirin. Senaryo 1 A duyemîn bi navê “senaryo 1” hatiye binavkirin. Li gorî şertûmercên aboriya di nav desttengiyê de ye, rêyeke sud jê bê wegirtin, hatiye pêşniyazkirin. Di asteke piçûk de bi leçûneke kêm, lêbelê, bi rencberî ango bêhtir bi karê destan meşandina xebatê pêkan e. Ji bo çandiniya dexlûdan, herweha di ber de çandiniya cureyên berhemên din jî bikêr e. Bi taybetî darçandin jî dibe. Dîsa ligel çandiniyê, sewalvanî û li dorberên parvekirina herêmên çêrê re jî derfet çêdibin. Dema ku cureyên heşînahiya cihêreng hebe, wê bi hev re ji eynî çem û golên avê feydê bibînîn. Herweha di eynî zemanî de bi hev re çandiniya cureyên heşînahiyê, an jî bi dorê li ser yek erdî çandiniya wan feydeyeke mezin dide. Da ku her hêşinahiyek bi dorê ji ya din re dibe gubre û wê xwedî dike. Dîsa rêx û bişkulên heywanan, ku bi riya çêrandinê pêk tê, dibe gubreya xwezayî û xêrûbêra axê zêde dike. Bi vî awayî ji ber germê hilmdayîna avê jî kêm dibe û pêşî xwêgirtina axa zeviyan jî tê girtin. Ev senaryoya ku rê dide sewalvaniyê jî pergalekê ji bo çêrandinê pêşniyaz dike. Divê erazî bê dabeşkirin û her beşek piştî çinînê bi dorê bê çêrandin. Tê zanîn ku li herêmê çêlek, mîh, bizin, mirîşk jî hene ku li gor şert û mercan hejmara wan, derfetên xwedîkirina wan diguherin. Pispor hêvîdar in ku bi Senaryo 1, sewalvanî jî bi rêkûpêk bimeşe û him hejmara heywanan zêde bibe û him jî derfetên xwedîkirinê berfireh bibin. Senaryo 2 A sêyemîn bi “senaryo 2”hatiye binavkirin. Teknolojiya bipêşketî bi kar tîne. Lewma sermayeyeke giran hewce ye û mesrefa wê ya bi pereyî zêde ye. Li gorî binavkirina Rojavayiyan biyoplastîk (greenhouse, seravanî) teknolojiya bingehîn e. Li gel çêkirina stûn û darikên wê, pêçana bi plastîkan, dîsa rêzkirina xetên xortimên avê jî pêwîst in. Herweha rêveberiya bi destê pisporan bi taybetî ya di kontrola zanyarên biyolojiyê de hewce ye. Him ji bo sazûmaniya destpêkê him jî ji bo berdewamiya wê divê budceyek jî ji bo xebatkar û rêncberan bê veqetandin. Li gor xebatkarên projeya Zanîngeha Wageningenê “Senaryo 2” ji bo siberoja Kobanê û Rojava hemûyî rizgariya çandiniyê û avdaniyê ye. Bi saya serê vê senaryoyê, çandinî wê xurt be. Zêdetir berhem wê bên hilberîn, di heman wextê de heşînkirina gelek cureyan guncaw e; çandiniyeke bênavber, lê cotkariya bi dor û hilberîn pêkan e. Plankirina sazûmaniya çandiniyê ya zêdetir ku bikare qezencê bîne, êdî hêsantir e. Ji bo vî karî zêdetir sermaye tê dayîn, lê li gorî mesrefê dahata wê jî bêhtir dibe. Bi dîtina vê senaryoyê, gelek karker, rêncber, karmend, plansaz, biyolog, endezyarên çandiniyê, ajovan, plansazên budce û maliyeyê wê bikarin bi cih bibin û bixebitin. Herweha ev senaryo pêk were, feraseta tecrûbekirina zanista çandiniyê, peydakirin, afirandin û çêkirina alav û amûrên pîşesaziya wê, bi vê re plansaziya sedsalan a berhemdar jî berdest dibin. Ji cotkariyê heta bi bazarê birêxistinkirina pêşkêşiyê Zanyarên zanîngehê xêncî rêzkirina seneryoyan, li ser pergala rêxistinkirina bazara berhemên çandiniyê jî sekinîne. Li ser derfetên heyî û yên pêkan serê xwe êşandine. Ji peydakirina tov, ji nû ve hilberîn û bicihkirina wê, reşandina tov, diyarkirina cure, eyarkirina mêjera avê û avdaniyê, li gorî mewsîmê û pêdiviyê germkirin anjî sarkirina biyoplastîkê (serayê), hewcedariya demê û li gorî vê raçavkirina berheman, efara giya û heşînahiyên bêkêr, pêwîst be dermankirin yan jî gubrekirin û diyarkirina mêjer û cureyê wan. Piştre çinîn, jêkirin û komkirina berheman, kişandin û bicihkirina kase û pakêtan yek bi ye bi şemaya hatiye rêzkirin. Wekî berdewama van karan berhemên berî ku ji bo firotanê bên amadekirin wê di kîjan merhaleyan re derbas bibin, li ku bên pêçan, pakêtkirin û bicihkirin, pişt re bi kîjan navgînan ji bo bazarê û firotanê bên veguhestin, herweha eşkerkirina bi çend cureyan bazarkirin eê pêk bê, bi destê kooperatîfan, dikanan, marketan wê li gorî kîjan pîvanan bê firotan û wek vê xet, aktor, rêzexebat hemû hatine diyarkirin. Civaksaziya cihûwar Lêkolîn balê dikşîne ser cîvaksaziya warê çandiniyê jî. Tê destnîşankirin ku rewşa Rojava ya rêxistinkirî lê tê ku pêşniyazên wan bi cih bibin. Da ku merca serketinê girêdayî hebûn û bipêşxistina demokrasiyê, rêxistinkirina wekhev, beşdariya jinan, rêzgirtina ji bo girîngiya hawirdor û jîngehê û pîvanên wê ne. Bi taybetî tê gotin ku pergala civaka ekolojîk û demokratîk riya derfetên çandiniya bipêşketî vedike. Li hember zuwabûn û hişkayiya erdê, parastina heşînahiyê hewceyî teknîkên bipêşketî yên avdaniyê ne. Dîsa li şûna dermanên ziyankar ku bi mebesta kar û qezenca zêdetir tên bikaranîn, çêtirdîtina gubreyên alternatîf jî bi kêfxweşî tê pêşwazîkirin. Ku ev hemû jî bi saya nêzîkdayîna fikrî ya civaka demokratîk û ekolojîk e. Rewşa Axê û Derfetên Avdaniyê Di çarçoveya lîkolînê de dahurandina hûrbinî ya av û axê jî heye. Beramberî cudabûna siyasî û nêzikdayîna kiryarên aborî û çandinî ya Tirkiyê û Suriyê, erdnîgariya Bakur û Rojava xwedî heman cureyê ne. Ji ber yekbûna erdnigariyê, axê, kişwerê û çavkaniyên avê rûberkirina projeya GAPê û ya pisporên Unîversîteya Wagenîngenê jî di nav vê xebatê de cihê xwe girtiye. Piştî ruberîkirina her dû projeyan û rexneyên li hember GAPê, pêşniyarên xwe bi sedemên xwe li ber çavan radixin. Tê gotin ku çavkaniya avê ya girîng a li Kobanê ji bin erde ye. Ava ku ji wir tê derxistin, him ji bo vexwarinê û him jî ji bo avdaniyê tê bikaranîn. Lê bêpilan û bêhesab bi riya jeneratoran av hatiye derxistin û belasebep hatiye bikaranîn. Axa bêtedbîr hatiye avdan bêkêr maye ku av hatiye belavelakirin. Daku dewsa feydeyê bide bêhtir bûye sedema xwêdan û hişkbûnû erdê. Di encamê de rêjeya avê ya bin erd him kêm dibe, him jî derxestina wê ya bin erdê bêhtir kur dibe û mêjera lêçûyîna aborî jî bilind dike. Jixwe, ev ezmûna neyînî li li GAP’ê jî tê bikaranîn û ziyana diqewime jî herdiçe darçavan dibe. Êdî herêma GAP’ê ya bi destê Tirkiyê hatiye sazkirin berbi çolistanê ve vediguhere, ax zuha û hişk dibe, her cure çêre û hêşinahî ji ber xwêdana erdê dişewite û bi kokê pûç dibe. Tê zanîn ava çemê feratê jî heye û nêzî Kobanê ye. Ji hêla teknîkî ve pekaneye ku dewsa ava bin erde bê bikaranîn. Lê teşeyê ku bê tedbir tê bikaranîn, encama wê jî ji mînaka GAP’ê cudatir nabe. Jixwe tengasiyên ji hêla Tirkiyê ve hatine çêkirin jî hene, ku ava çemê feratê bi sînorkirî tê pêşkêşkirin. Pispor balê dikşînîn li ser vê mijarê û dibêjin, ji hêla dîrokê ve qanunên navneteweyî, mafê bikaranina avê ya mîrov û sewalan, dîplomasiya di navbera Suriyê û Tirkiyê û herweha ji ber behaneya dijberiya Kurdan av wek kozek tê bikaranîn. Lewma ava ji aliyê Tirkiyê ve dikişe ne kêr û ne jî bi îstîqrar e. Li gel van tecrûbeyan, kişandina avê bi xortiman an jî bi co û robarên sergirtî tê pêşniyarkirin. Herweha avdaniya dilopî jî çêtir tê dîtin. Bi vê sayê kêmtirîn av ê ji bo feydeya mezin a avdaniyê bê bikaranîn ku mesrefa wê kêm dibe ziyana wê ya hişkbûna erdê jî tê sekinandin. Avûhewaya herêmê, rewşa baranê ya salane, potansiyela avê ya ku li ser axê kom dibe û bandora vê ji bo çandiniyê tê analîzkirin. Dema baranê çawa av bê bikaranîn û piştî ku baran tinebe ava li ser erdê û bin erdê çawa bê nirxandin wek pêşdîtin û projeksiyon li ber çavan tê raxistin û gor vê jî pêşniyar tên rêzkirin. Hilbijartina cureyê berhemên çandiniyê Mijareke din ya sereke jî pirsa gelo li Kobanê kîjan berhem ji bo çandiniyê bên hilbijartin an jî pêşniyarkirin? Gelo çandiniya edetî ya berhemên berê bên berdewamkirin? an cîwar ji bo reşandina tovên cuda û jê berhemgirtinê guncav e? Bi destê rejîmê ji ber avhewa û derfetên avdaniyê bêhtir çandiniya dexlûdan hatibû teşwîk kirin. Bi taybetî jî genim wek berhema sereke dihate hilbijartin. Bi taybetî nîsk, nok, fasolî ango beqliyat û di berde  sewze û pembo xwedanparê çandiniyê bûn. Lê beharat, darê fisteqan û darê zeytunê jî xwedan pareke cihêreng û giring bûn. Ev çêşîdê hêşinahiyê nîşandidin ku herêm ji bo gelek cureyên berheman xwedî derfet e. Tov, zibil û maşîn Ji hêla tovreşandinê ve heta 2012’an cotkar girêdayî dewletê bûn. Li gor plansaziya xwe, dewletê, ji bo ku derê çiqas berhem dixwest eşkere dikir. Di vê çarçoveyê de tov bi peyman difirote cotkaran ku hewce ye ew berhemên xwe bi şûn ve, li gorî biryar û bihayê eşkerekirî, bifiroşin dewletê. Lê di pêvajoya şer re dewletê erka xwe ya ji bo çandiniyê ji dest da. Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Suriyê li gor şert û mercên xwe xwest hewcedariyên wek tov, zibil, maşîn û hwd. hemûyan peyda bike. Lê belê, ji ber bandora şer, xesar, zehmetî û desttengî li vê hêlê jî hebû. Cotkaran li piyaseyê, li gorî derfetên xwe hewl dida ku pêdiviyên xwe peyda bikin. Lê buha giran dibûn. Wek vê, bidestxistina zibil û gubreyê jî zehmet bû ku him buhayê wê zêde bû, him jî ya çêkirî nedihate peydakirin. Lewma kesên ku rewşa wan a aborî guncaw be, dikaribûn vê berhemê ji bazara reş bikirin. Berî şer jî peydakirin, pêşkêşiya bazarê û derfetên kirînê yên bi pere an jî deyn di destê dewletê de bû. Wê jî wekî plansaziya xwe firotan teşwîq dikir. Dîsa ji bo mişteriyan jî derfetên krediyên bankeyan mumkin dikir. Lê heke nexwesta rêûdirb hemû dihatin girtin. Di gerewa çandiniyê re xêncî tov û zibil, guncawbûna mekîneyan jî girîng e. Lê mixabin ji vê hêlê ve rewşeke xirab darî çav e. Jixwe, berê jî derfetên bikaranîna mekîneyan kêm bûn. Lê di dema şer de rewş xerabtir bû. Daku gelek traktör, mekîneyên dirûn û çinînê, buldozer hatin desteserkirin. DAIŞ’ê bi navê xenîmetê hemû ji xwe re birin û yên mayî jî şewitandin. Hinek mekîne jî hene ku ji avdaniya bi herqan, a bi xortiman an jî a bi stûn û bistikên serayan wê bên bikaranîn. Ji van cureyan kîjan çi feydeyê dide û divê kîjan bê hilbijartin jî bi mînakan di raporê de tê pêşkêşkirin. Erebistana Suûdî, Sûdan, Misr, Malî, Senegal û Efrîkaya Başur mînakên heyî ne. Ev hemû jî wek yên serketî hatine destnîşankirin ku gelek taybetiyên wan dişibine Kobanê. Bi qesta avdaniyeke bikêr, rapor dest diavêjin hêşinahiyê û cureyên jî tê diyarkirin. Wekî divê kîjan cureyê tov ji bo bidestxistina berhema tê armanckirin, çawa bê reşandin û avdan? Lewma pergala baxan û ya bostanan ji hev cuda dibe. Dîsa li gor pêdiviya hêşinahiyan ku hinek zêde avê dixwazin û hinek jî kêm bikartînîn, pêlazimiya destnişankirinê heye. Daku ev jî li gorî planekê bên çandin. Jixwe, çêtir tê dîtin ku cureyên cuda di ber hev de bên çandin û çikandin. Ango weke cure tenê berhemek nayê pêşniyazkirin, li dewas wê, cureyên cotkirinê û tovên ji hev cuda li gor berheman tê eşkerekirin. Û ev jî di çarçoveya çend rêzan de tên çikandin. Wekî mînak çar cure cot, li her cotekî jî cureyên cuda berhem tên pêşniyazkirin. Li şemaya lidarxistî de beşek jî tevlihev e, wekî rêzek berhemek piştre rêzeke din û di dawiyê de eynî rêz hatiye pêşniyazkirin. Bi vî awayî dorerêz çêdibe. Xeta sêyemîn jî pêşniyaz dike ku li ser aliyên sînorê zeviyekî hemûyan çeşîdekî berheman bê hiljibartin û ev cure bê rêzkirin û çikandin ku feydeyeke din dide. Jixwe li nîvî jî rêza berhema tê armanckirin, cih digire û tovê wê tê reşandin. Li gor pêşniyaya dawîn jî li ortê rêzeke cuda, li teniştê jî çend rêzên tovên din tên reşandin. Ev pêşniyaz hemû li gorî pêwîstiya avê an jî li hevhatina hêşinahiyan tên eşkerekirin. Û herweha tê zanîn ku heryek berhem jî ji hêla gubreyê ve jî hev dewlemendtir dikin. Bi vî awayî pêwîstiya axê ya organûk jî bi cih dibe. Dîsa li gor rêze pêşniyara ezmûnên WOCAT’ê tov reşandina zeviyeke mezin an jî axpîneke derûdora malê bi çend berheman ku wê bêne çandin tê pêşniyarkirin. Tê xuyanê ku heyanî 8 cureyê berheman bi hev re pêkaneye. Lêbelê li gor pêşniyariyê, her cureyek serê carê mehengekê tê çandin. Yanî li eynî cihî eynî berham li ser hev nayê çandin. Daku eynî berhemên organik bikartîne û ev jî axa zeviyê lawaz dike. Lewma çiqasî cih bê guhertin her yek curê bermahiyên cureyê din wek gubre, berxwarin ango berhemeke organik ya nû bikartîne û ev jî erdê zengîn dike. Li gorî ezmûnan, bikaranîna amûr û alavan jî hatiye destnîşankirin. Wekî mînaka morokko hatiye pêşniyarkirin ku cihûwarên wê dişibe erdnîgarî û avhewaya Kobanê. Pîvana kotanê ya ku çiqasî gîsîn bikeve bin erdê, mêjera tov ya tê reşandin û kurahiya binaxbûna wê, ji kîjan gübreye çiqasê binerd û sererd bibe jî tê desnîşankirin ku ax feydeya optimal bide. Di çarçoveya projeye de tê eşkerekirin ku heke pergala çandiniyê bê dirustkirin, wê bê dîtin ku him berhemên baxan û him jî yên bostanan wê bê çikandin. Dîsa li ber heşînahiya sewze û fêkiyan de darûberê jî heşîn bibin û feydeya wanê bigihêje vegûherîna axê, hênikbûna herêmê, zêdemayîn û parastina avê. Herweha peydakirina derfetan ji bo sewalvaniyê jî tê hesabkirin. Li gorî vê, ne mumkin e ku sewal beredayî bin, serbest biçêrin; ev ê ziyanê bide hêşinahiyê. Li dewsa wê tê pêşniyazkirin ku erd parçe parçe bê parvekirin û divê li gorî rêzê sewal bên çêrandin. Her parçe jî li pêş, bi qasî herêmeke eşkere û vekirî divê were diyarkirin. Heke ev pêk bên. Him çêrandin ziyanê nade çandiniyê him jî sudwergirtin û xwedîkirina heywanan hêsan dibe. Herweha rêx û bişkulên sewalan li axbînê şûna gubreya xwezayî digirin. Biyoplastîk Çêkirin û avakirina serayan jî tê pêşniyarkirin ku jixwe ev cureyê çandiniyê ya modern li herêmê jî tê zanîn. Lê di çaçoveya projeyê de tê raçevkirin ku cureyên serayan jî hene û divê bê lêkolînkîrin ku kîjyan li gor herêmê, axê û şertûmercên aborî xwedan derfetin. Ji holandayî heta bi Afxanistanê, an jî tecrûbeyên Çînê yên çolistana gobiyê gelek cure tên pêşkêşkirin û bi potansiyela Kobanê re tê ruberîhevkirin. Lewma çendîn merc hatine rêzkirin ku ji bo sudwergirtina optimal dest bixin. Anegorî vê hewceye ku çêkirina teknîka xaniyê serayan, cureyê axê û hevhanîna bi tov re, li gor mewsîm û germahiya rojê û serma şevê plankirin girîng e. Dîsa sazkirina hember germê hênik girtin û hember sermê jî germkirinê bi kîjan teknîkî pêkane ye, tê pirsin? Wek van rêzepirsan rapor balê dikşîne ser radeya avê û avdaniyê, cureyên serayan û bikaranîna navgînan jî. Bi taybetî lê tê pirsîn ka ji nûve sazkirina amûrên xerabe pêkan e. Lê mixabin parçeyên cihê wan bigirin, li herêmê nayên peydakirin. Ji der ve hanî jî ji ber ambargo û dorpêça aborî pêk nayê. Nêzîkîdayinên bicihanîna senaryoyan Eraziyên heyî hewceyî sererastkirinê ne. Li hin cihan divê erazî bê komkirin, li hin cihan divê li ser yek eraziyê tovê çend cure berhem bê reşandin. Ji bo vê girîng e ku parçe bên diyarkirin û cotkirin û çandiniya van jî bê dabeşkirin. Lihevhanîna parçeyan û rakirina astengiyên heyî bi ahenga saziyên heyî û xebatên wan ve pêkan e. Li gorî vê berawirkirina çavkaniyan û bergehê jî girîng e. Jixwe, pêwistiyên ekolojîk jî vê ferz dikin. Ji bo birêkûpêkiya karûxebatên di çarçoveya nû de bên bicihkirin, divê pergala rêveberinê jî xwe nû bike. Yekemîn ji bo nêzîkdayina erazî ku bo bikaranîna rêvebirina çavkaniyên xwezayî derdikeve pêş. Li gor çarçoveya tevbiniya xwezaya cihanê, cihêrengiya çavkaniyên xwezayî, civatên wek komîn, debar, bazirganiya berhemên çandiniyê, berxwarin, daxwazî û cihana pîşesaziyê hemu jî parçeyekî erazî ne û lewma ev hemu jî girêdayî erkê xizmetguzarî û bo qenciyê ye. Ji ber van, erkê piralî ya erazî û nirxên pê re, ji komkirina tevahiya her parçeyan bêhtir hejayê. Li gor vê perspektîfê beşdariya piralî girînge ku herkes bikaribe dîtin, eleqe û hêza xwe pêşkêş bike. Ji bo birêveberineke sererast û pêşxistina beşdariyê ya di çarçoveya mafên mîrovan de 3 tengasiyên bingehîn hene.
  • Birrîn û xerakirina sazumaniya sîlo, sînorên dadwerî û pîramîda rêvebirina civakî
  • Danustandineke tevnî ya birêvebirina cihana kar ku pêwîstiya veguherîna prosesa berheman derdixîne pêş
  • Birêvebirin. Afirandina bespirsiyariya serkariya kar û serweriya rêvebirina karkeran û hemwelatiyên bi hawirdor re elaqedar
Pergala xweser a Bakurê Suriyê ji bo vî karî guncaw e. Ajandaya polîtîk a demokrasiya bênavber, wekheviya cinsan û ekolojiyê rê dide pêkanîna karûbarên eraziyê jî. Bi vê, proje armanc dike ku rêveberiya cihî û cotkarên li herêmê bi hev re di nav têkilî û hevkariyeke nêzî hev de bin. Ango hemû parçe û beşên çandiniyê yên wek materyal an jî mîrovî bi hev re bi aheng bin. Bi saya nezêkîdayînên weha, riya danûstenên karker, gundî, civat, rêveber, sermayedayiyan û siyasetvanan sererast be. Rêveberiya erdê ya xwegirî Tê pêşdîtin ku hewce be cotkar sermayeya xwe ji bo teknîk û tecrûbeyê bixebitînîn da ku bikaribin rêveberiyeke eraziyê ya xwegirî û karibe dewam bike, ava bikin. Divê ev teknolojî bi rêveberina avdaniyê, tov peydakirin û reşandinê, li ser eraziyê çêrandina sewalan, ji nûve çandina daran û parastina daristanan, çêkirin û sazkirina sekiyan re xwegir û dewamî be. Ji bo çavkanî û daneyên feyde jê tê girtin, zaistên WOCAT  tên bikaranîn. Ku ev agahî ji tecrûbeyên deverên cihanê yên cuda tên komkirin û eşkere ne, parvekirina wan jî serbest e. Lewma her kî bixwaze ji bo kîjan cureyê eraziyê pergaleke rêvebirinê ya çalak ava bike, dikare li vir binihêre û ji ezmûnên cihanê sûdê wergire. Ji bo pêkanîna projeyê, pisporên Zanîngeha Wageningenê nêzîkîdayîna DESIRE (Desertification mitigatin and remediation of land) ji xwe re kirine rehber. Ev proje jî ji hêla YE (Yekitiya Ewrûpayê) ve hatiye fînansekirin; proje tecrûbeyên cihanê hemûyan komî ser hev dike û li gorî pêwîstiyê jî parve dike. Di vê çarçoveyê de agahiyên ji bo kantona Kobanê bên bikaranîn, dane hev û wek pergalekê pêşniyaz kirine. Ew senaryoyên ku di despêkê de danasîna wan hatibû kirin, li gorî vê metodolojiye hatine sererastkirin. Di vê çarçoveyê de cara pêşîn, cureyên komkirin û bikaranîna avdaniyê tên pêşniyazkirin. Ji bo ava ku bi riya baranê, ava bi riya cobaran, an jî ya ji bin erde tê derxistin ango heta niha bi çi awayî dihate peydakirin, tê destnîşankirin. Pê re jî pirsa ka li dewsa pergala heyî çi bê sazkirin da ku radeya bikêrhatina bidestxistina avê û bikaranîna wê baştir be? tê lêkolîn. Di raporê de bi taybetî bi grafik, şema û wêneyan penaseya cureyên avdaniyê tê kirin. Li gorî vê li hin cihan co tê çêkirin, li hin cihan gol tên kolan, li hin cihan jî li ber avê xendeq tên vedan.