Li Strasbourgê AKYBYK civîna xweya 32’emîn pêk anî, di derbarê pêkanînên wek şaredariyên Kurdan desteser kirin,girtina hevşaredaran, girtina sazî û malên xizmetê didin jinan û zarokan de raporek bi piraniya denga ve hate qebûl kirin.
Li Fransayê bajarê Strasbourgê, Konseya Ewrupa û Kongreya Rêveberiyên heremî(AKYBYK) 32’emîn car kombûn, di derbarê pêkanînên wek şaredariyên Kurdan desteser kirin,girtina hevşaredaran, girtina sazî û malên xizmetê didin jin û zarokan de raporek bi piraniya denga ve hate qebûl kirin.
Kongereya Rêveberiyên Heremî 6 mehan caran komdibe, di cîvîna doh de li ser mijarê koçberiyê û pirskirika gelek welat û herêma ya demokrasiyê hate nîqaş kirin. Paşê rapora derbarê girtina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û tayîn kirina qeyuman de hatibû amedekirin kete deng danê. Rapor ji aliyê endamê Partiya Karkerên Hollandayê(PVDA) Leendert Verbeek û Anders Knape yê muhafazakarê Swîsreyê ve hatibû amadekirin, rapor bi 125 dengên êrê hate qebûl kirin. 25 endaman jî dengê na bikar anî.
Xala astengiyên keyfî
Di dema nirxandina raporê de delegasyona Tirkiyeyê hewl da bi guhertina pêşnûmeyan ve hindirê raporê vala bike lê bi piranina dengan ve ev pêşnûme nehatin qebûl kirin.
Her wiha di civînê de ji bo Serra Bucak endamê Meclîsa Şarderiya Mezin ya Amedê, a ku ji bo beşdarê kongreyê bibe bi awayekî keyfî derketina wiya derve hate qedexekirin, ji bo wî jî xalek hate zêdekirin. Li gorî vê xalê kesek ji bo beşdarê kongeryêk bibe û derkeve derve “tu pêwîstî îcazeya saziyek din nake” hate zêdekirin.
Hevdîtinên şandeya HDP-DBP’ê didomin
Hevdîtinên şandeya HDP, DBP’ê bi wesîleya rûniştinên Kongreyê ku Sêşemê dest pê kiribû duh jî dom kir. Di şandeyê de Hevserokê Giştî yê DBP’ê Kamûran Yuksek, Wekîlê HDP’ê Ertûgrûl Kurkçu û Nûnerê HDP’ê yê Ewropayê Fayik Yagizay jî hene.
Şande bi Serokê Monîtorîngê amadekarê rapora ku duh bi piraniya dengan hatî qebûlkirin Leendert Verbeek re rûnişt. Di rûniştinê de hem têkildarî raporê û hem jî têkildarî zextan agahî hate parvekirin. Endamên şandeyê piştre hem bi endamên delegasyonê re yên ji welatên cuda hevdîtinên kurt kirin.
Şande doh bi Serokê Koma Sosyalîst Pîero Fassîno û Serokê Kamaraya Rêveberiya Xwecih a girêdayî Kongreyê Anders Knaper re nûnişt.
ANF/STRASBOURG