Şer, dijminê rastiyê ye, ji ber wê jî, bi rawestandina rastiyê şer destpê dike. Em dikarin bêjin şer, ne tenê dijminê jiyanêye, di heman demê de dijminê zanîn, zanistî, raman, ramangerî, fikr û fikirandinê ye. Şerê neheq, hê zêde dijminê van yekan e. Heyîbûna şerê neheq, li ser têkbirina rastiyê bilind dibe. Ger rastî li ser pî be, rastî bikaribe li ser “rastiya xwe” bisekine, çonga rastiyê biderman be û bikaribe barê xwe bikşîne û tena bi serê xwe pişta xwe rast bigire, neheqtî nikare bijî, pêwere û bejavêje.
Nakokiyek e, lêbelê, rastî û nerastî jî dîsa di nav şerê de ji hev vediqetin, her yek sûreta xwe di nav şerê de dibiriqînin, xwe didin der... Xêynî şerê, tu tiştek jî nikare bi zelalî ev tevlihevî bigihijîne encamekî û ji hev vebiqetîne. Şerê ku em têde, niha hatiye gihaştiye vê merhaleyê. Ango bi sedemekî neheqtiyê destpê kiriye, va 40 sal e xwe heyî kiriye, bi şeklekî hebûna xwe damandiye, dawiya dawî rastî têkneçûye, bîna jiyanê ji dest nedaye, ber xwe daye û xwe parastiye, bila her kes bizanibe û kes ruçikê xwe hulneşîne di vê merhale ya dawiyê de jî bi tu şiklekî têknaçe. Çi ku tiştekî wisa, dijraberî heyîbûn bixwe ye.
Aliyekî şer ji bo heyîbûn, aliyê din ji bo kuştina heyitiyê ye. Xweza, alîgir a yekemîn beşê ye. Çawa ku herkîna avê, baranîna baranê, şînbûna biharê, derketina giha û kulîlkan bi tu şiklekî nayê sekinandin û nkare were sekinandin, rastî jî her wisa ye, alîgirbûn jî bi vî hawî çêdibe. Ji ber vê yekê xweza her tim ji hêla rastiyê disekine.
Desthilatdar ên berdem, ji bo veşartina rûdayîn a rastiyê canê xwe kirine sepetê û hewl didin ku rastî serê xwe ji bin axê raneke. Ji bo rawestandina rastiyê talîmat li ser talîmatan dibarînin. Lê çi bikin bila bikin, fayde nîn e, şerê hanê jî dê bi şiklekî bidawî be. Dê rastî bi serkeve, ev zagona bingehîn a hebûnê ye, çi ku av jî li ser vê pîvanê diherike. Lê mixabin di xwezahiya şerê de xerakerî heye. Can tê dayîn, xwîn dirije... Însanên aştîxwaz jiyana xwe ji dest didin, însanên ji hêla rastiyê, însanên alîgirên rastiyê, însanên canfida, însanên bedew û zana ji bo ku neheqtî sernekeve, ji bo ku (tenê bi zemanekî be jî) neheqtî neyê serî, ji canên xwe derbas dibin. Ji ber vê yekê teqez em dikarin bêjin nikarin rastiyê rabiwestînin û bidin sekinandinê, herikîna rastiyê bêrawest di rê ya xwe de biherike. Di vî gotinê de şik nîn e, lê, can ji me diçe...