UNESCO îro biryara xwe ragihand ku Newroz, “Rê û resma herî qedîm ya cîhanê ye.” Di sala 2010’an de jî Desteya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî, ev cejna qedîm weke “Cejna Cîhanî” ragihandibû.

Newroz di 12 welatên Rojhilata Navîn û Asya de weke cejneke netewî tê pîrozkirin. Di serê van gelan de jî Kurd û Îran tên ku Newroz her wiha sala nû ye. Sembola Newrozê ya hevbeş agire. Agir jî li gel gelên Rojhilata Navîn pir pîroze. Kawayê Hesinkar jî bi vê rojê tê bîranîn ku li gel Kurdan sembola serî rakirina li hember zalimane. 


 NAVENDA NÛÇEYAN