Hind babet hene ji bo hind kes, kom û heta gelan jî sedema hesasiyetê ne. Wek mînak; ol, îdeolojî, siyaset û di jiyanê de gelek diyardeyên civakî yên nivîsandî û nenivîsandî wek qanûn in û li ser mirovî bandorê dikin. 

Wê demê kesên ji mêj ve hesas û germ kêliya leqayê hizreke mûxalif an jî piçekî dijberê dîtina xwe dihên, yekser bertekên tund nîşan didin, an xemgîniya xwe diyar dikin an jî bi rêbazên pircûre êrîşê dikin. 

Hevalên rêzdar, miletbûn an jî netewebûna Kurdan rastiyeke ji rastiya cîhanê ye û Kurd wek kes û miletên hemû cîhanê xwedî maf in ku qedera xwe bi azadî tayîn bikin. Gelê Kurd ji xwe re çi pergalên rêveberinê û awayê jiyanê hilbijêre, wekî nan û avê helal û rewa ye. Helbet li vir em behsa bindestiyê nakin, ji xwe bindestî ne hilbijartin û mafeke ku bibe mijara dabaşa me. 

Vê gavê li Başûrê welêt û wisa jî li gelek deverên cîhanê Kurd li ser referanduma ku ji bo 25 ê Îlonê hatiye plankirin, diaxivin. Li gel derdorên partiya Mala Barzanî hind kesên ku di xewn û xeyalên xwe de welatekî azad ê Kurdan xwedî kirîn jî bi meraq û piçekî jî bi heyecan vê pêvajoyê dişopînin. Ji bo gelek kesî ev babet wek tabû ye û ji xwe hewce nake mirov li ser biaxive: Bila dewleteke Kurdan jî hebe, lo bi çi rengî dibe ne xem e!.. Hizr û nêrînên dijber wek neyartiya Kurdan an jî beşeke Kurdistanê dihesibînin. Lê kesên xwedî hizrên cuda bi piranî yên jiyana xwe di riya azadiya Kurdistanê de gorî kirine û sondxwarî ne ku heta dawiya jiyana xwe jî bêyî ku ti sûdên şexsî û malbatî bidestbixin, têbikoşin. Ew kes û alî çawa dibe li dijî serfiraziya gel û welêt bisekinin? Ma ne ji bo gundekî Kurdistanê azad bibe bi hezaran can hatîn gorîkirin!

Di van gotûbêj, niqaş û hind şahiyên ku dihêne lidarxistin de dîmenên cihê lê bi babetê ve têkildar jî wek leylanekê li mirovî dibin mêvan.  Niha li ber çavên min rojnamevanên çapameniya azad û şoreşgerên gelê Kurd rojnamevan Nujiyan Erhan, Wedat Husên Elî û Zerdeşt Osman zindî dibin.  Eger vê gavê ew jî di nav me da bana misoger wê li ser babeta referandumê binivîsandina. Belkî rexne bikirina belkî biparastina mirov vêna nema dikare bizane, lewre ew nînin. Baş e, çi bi serê wan de hat? Di temenê nazik ê ciwan de çima konê xwe bar kirin? Ew gerîlayên ku bê çek li dijî hêzên ‘Pêşmergeyên Roj’ sekinînin û bi barbarî hatin qetilkirin jî eger sax bûna, wê li ser referandumê biaxiviyan. Bi hezaran Êzîdiyên ku ji aliyê KDP ê ve li Şingalê ji bo dijmin hatin diyarîkirin jî wê nêrînên xwe bigotina. Eger parlamentoya Başûr vekirî bûya, wê civîn û kombûnên girîng bihatina lidarxistin, wê biryarên erê an jî na ji wir derketina û di serî de Kurd hemû cîhan jî jê re rêz bigirtina. Eger gelê Rojava, Bakur heta yên Rojhilat jî derfeta axaftinê bidîtina wê çend gotinên wan jî hebûna. Gelo eger dev û zimanê deriyê Sêmalka û xendekên li ser sînorê Rojava hebûna, wê çi nirxandinê bikirina? Her wiha eger derfetên agahîgirtinê ji civînên veşarî yên di navbera KDP ê, dewleta Tirk, ENKS ê û bilcûmle derdorên dijberên şoreşa Kurdistanê hebûna wê sosretî yên çawa li me eşkere bibûna? Gelo piştî referandumê çi şer û operasyon li benda me ne? Dewleta Tirk a dagirker li hemberê çi destkeftê xwe bêdeng kiriye? 

Ev pirs tabû ne. Bihêlên, birêzan ji xewa şîrîn şiyar nekin. Alayên Îsraîlê ku di destê wan de û direqisin. Ji we re xewnên xweş, emê roja 25 ê Îlonê cardin hevdu bibînin.