EMAR El-XELEF / ANHA / REQA

Rûspiyên êlên Reqayê teqez kir ku ew li rex QSD`ê ne û kesên li ser zimanê wan diaxivin, çeteyên dagirkeriya Tirkiyeyê ne.

Piştî gefên dagirkirinê yên Tirkiyeyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dagirkeriya Tirkiyeyê hewl dide êrişên xwe bi rêya hinek êlan rewa bike û hin kesan wekî nûnerên êlan nîşan dide. Civîna li Ezazê, nîşaneya vê yekê bû.

Rûspiyên êlên Reqayê li dijî wan hewldanan diyar kir ku kesên li gel Tirkiyeyê li ser zimanê wan diaxivin, çeteyên Tirkiyeyê ne.

QSD ji bo aramiyê berdêlan dide

Rûspiyê êla El-Ceabat Telal Hecî El-Ehmed li ser mijarê got, Şerm e ku kesek bi zimanê civakekê biaxive û ew jê dûr e. Em weke şêx û rûspiyên êlên Reqayê gefên êrişkirinên Tirkiyeyê li dijî herêmên Bakurê Sûriyê, protesto dikin. Em teqez dikin ku em bi QSD`ê re ne, ji ber ku QSD`ê gelek şehîd dan û heta niha dide, ji bo ewlehî û aramiya axa me, em amade ne hê jî şehîdan bidin.”

Ew şêxên dagirkeriya Tirk in

Rûspiyê Êla El-Sebxe Mihemed Tirkî El-Sûan jî li ser heman meseleyê wiha axivî: Em daxuyaniyên hin kesên bi zimanê me diaxivin, şermezar dikin. Ji ber ku ew nûnertiya me nakin, ew şêxên dagirkeriya Tirkiyê ne, ew ne Sûrî ne, ew çete ne. Em bi gelê xwe yê Reqa, Bakur û Rojhilatê Sûriyê re ne, em bi QSD`ê re ne ku ji gelê Sûriyê ava bûye.

El-Sûan ji bo kesên ku xwe wek nûnerên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîşan didin bi acizî got, Gelo dema bajar ji DAIŞ`ê rizgar bû, hûn li ku bûn? Hûn li ku rûniştî bûn? Armanca we li Bakurê Sûriyê çi ye? Her tiştî bibêjin, lê ti carî nebêjin em ewlehiya gelê xwe dixwazin, ji ber ku her kes bi niyeta we dizane.

Mihemed El- Sûan di dawiyê de wiha peyivî: Tirkiye dewleteke dagirker e û hewl dide Împaratoriya Osmaniyan bi dagirkirin, wêrankirin û kuştinê zindî bike. Em îro li bakurê Sûriyê, azad û demokratîk dijîn.