Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê meha Gulanê li Efrînê zêdeyî 3 hezar û 295 sivîl revandine û di nav de yên ducanî jî, 30 jin hatine revandin û rastî destavêtinê hatine.

Ji ber ku dagirkeriya dewleta Tirk li Efrînê heye, têkiliyeke baş û dirust bi xelkê wir re tine. Lewma jî sûc û kiryarên qirêj ên dewleta ên wekî destdirêjî, talan, kuştin, revandin, dizî û hwd. bi awayekî birêkûpêk nikarin werin tomarkirin û qeydkirin. Lê Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) li gorî daneyên li ber destê xwe bîlançoya meha Gulanê ya dagirkeriyê eşkere kir.     

Her cûre qirêjî li cem wan hene

ANHA di rapora xwe de diyar kir ku heta niha tespît kirine ku 3 hezar û 295 sivîl hatine revandin û got: "Artêşa Tirk û çeteyên wê di heman demê de ji welatiyên ku dixwazin vegerin malên xwe pereyên pirr zêde dixwazin, bi vê yekê jî rê li ber vegera welatiyên Efrînê digirin û siyaseta xwe ya guhertina demografîk ku li herêmê mayînde dikin."

Rêbazên DAIŞ‘ê

Artêşa Tirk a dagirker li dijî jinan jî heman rêbazê DAIŞ‘ê bi kar tîne. Cilên fereh û destmal li ser jinan ferz kirine. Di meha Gulanê de di nav de yên ducanî jî, 30 jin revandin û tecawîz kirin. Tê gotin ku hejmar ji wan zêdetir e, lê yên agahî derbarê wan hatine wergirtin, ev in."

Her wiha ANHA´yê diyar kir ku tenê di vê mehê de artêşa Tirk a dagirker zêdeyî hezar û 200 malbatên ji gundewarên Şam û Humis û herêmên din ên Sûrieyê li Efrînê bi cih kirine û wiha pêde çû:"Çeteyên li Efrînê hatin bicihkirin, milkên welatiyên Efrînê desteser dikin û navên wan diguherînin. Li bajarê Efrînê çeteyekî dukaneke telefonên destan a bi navê "Studyo 23" ya welatiyekî Efrînê piştî ku desteser kir, veguherand xwaringehê û navê wê kir "Xûat".

Dijminê xwezayê ne jî

Artêşa Tirk û çeteyên wê ne tenê li dijî sivîlan sûc dikin, bi qestî zirarê didin xwezayê jî. Daran dibirin û zeviyan texrîb dikin. Çeteyan herî kêm derdora 50 donim zeviyên çandiniyê yên welatiyan talan kirin û zêdeyî 500 darên zeytûnan birrîn.

Artêşa Tirk a dagirker, di meha derbasbûyî de dibistana gundê Hikiçê ya girêdayî herêma Cindirêsê veguhest baregeha lepirsîn û êşkencekirina sivîlan.

Dixwazin nasnameya Tirkî bidin

Artêşa Tirk a dagirker şêniyên kantona Efrînê neçar dikirin ku nasnameya Tirkî bigirin da ku wan beşdarî hilbijartinan li pêş ên Tirkiyeyê bike. Li aliyekî din jî peykerê kesayeta welatparêz "Ehmed Hebo" xirab kirin.

Artêşa Tirk a dagirker li herêma Reco di navbera navçeyê û gundê Hec Xelîl li aliyê başûr qadeke ji bo rawestandina firokeyên helîkopterê ava kir.

EFRÎN