Par, hatibû ragihandin ku gelek firokeyên fezayî yên biçûk dê ber bi pergala stêrkan a herî zêde nêzî Cîhanê, Alpha Centuriyê ve bên şandin. Di çarçoveya projeya bi navê Starshot de gelek çîp ji rêgeha cîhanê re hatin şandin û tê payîn ku di demeke nêz de ber bi Alpha Centuriyê ve bên şandin. Li gorî pêşbîniyan, ev çîp dê di saniyeyekê de 59 hezar kîlometre biçin ango bi leza ji sedî 20’ê leza ronahiyê, û piştî 20 salan ew ê bigihîjin Alpha Centuriyê.

Ji bo ku leza van çîpan baştir were fêmkirin, mirov dikare vê mînakê bide; heke bi vê lezê tiştek ji Cîhanê ber bi Heyvê ve bê şandin, bi tenê di 7 saniyeyan de dê bigihîje Heyvê. Her wiha dê ev rêwîtî bi dawî nebe, ji ber ku bi van çîpan ve sîstemeke frenê tune ye, heta karî dê fotografan bikêşin û ber bi kûrahiya fezayê ve rêwîtiya xwe bidomînin. Çîp di 23’yê Hezîranê de bi roketeke Hindistanê ya bi navê Polar Satellite Launch Vehicle şandin rêgehê. Mezinahiya çîpan bi tenê 3.5 santîm e û li ser her çîpekê antenek, kamerayek, çend heb sensor, paneleke tavê û hin alavên din hene.  


 NAVENDA NÛÇEYAN