
Pêr bi şev Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê da zanîn ku Fermandarê Giştî yê Meclîsa Eskerî ya Minbicê Ednan Ebû Emced li Reqayê şehîd bûye. Cenazeyê Ebû emced îro wê li Minbicê bê veşartin.
Meclîsa Eskerî ya Minbicê têkildarî mijarê daxuyaniyek weşand û sersaxî ji tevahiya gelên Rojava û Bakurê Sûriyê re, nexasim jî ji gelê Minbicê û malbata şehîd Ebû Emced re xwest.
Meclîsa Eskerî bi gotinên “Şehîd Ednan Ebû Emced bi lehengî, fedekarî û dilnizmiya xwe di nava heval û civaka xwe de dihat nas kirin. Ebû Emced di dewamkirina rêya azadî û bilindkirina tekoşînê de ti carî gav paş ve neavêt û rêya hevalên xwe şopand û gihîşt asta şehadetê.”
Qehremanê Kobabê bû
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê diyar kir ku Fermandar Ebû Emced zilm û binpêkirin li ser gelê xwe qebûl nedikir û wiha pê de çû: “Ji destpêka aloziya Sûriyê ve di eniyên şer de li dijî dîktatoriyê şer dikir. Li Helebê li dijî rejîmê şer kir û li herêma Kiwîris şopa berxwedanî û lehengiya wî hîna zindî ye. Paşê, berê xwe da seranserî Sûriyê û beşdarî şerê El-Qisêrê bû. Her wiha piştre piştgirî da şoreşgerên di Cebhet El-Ekrad û yek ji damezrênerên Cebhet El-Ekrad li Helebê û gundên wê bû. Tevî hevrêyê xwe Ebû Leyla ji Minbicê berê xwe dide Kobanê. Bi hevalên xwe re di kêliyên lehengiyê yên berxwedana dîrokî ya Kobanê de, cihê xwe girt.”
Ebû Emced bê mirin e
Di dewamiya daxuyaniyê de beşdariya wî ya di rizgarkirina Girê Spî, Eyn Îsa, Sirîn, Şedadê, Hol û Bendava Tişrînê û bajarê Minbicê de hat bi bîr xistin û hat gotin, “Ebû Emced yek ji damezrênerên QSD’ê bû. Ebû Emced ku bi hevreyên xwe re dîrok vedijand û xwest tarîtiyê li ser bajarê Reqayê bi dawî bike, û di wê oxirê de li taxên Reqayê şehîd bû.”
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê soz da ku wê li ser şopa fermandarê xwe be û got: “Em soz didin gelê xwe ku em ê rê, exlaq û lehengiya şehîd Fermandar Ebû Emced ya têkbirina terorê, dewam bikin. Leheng Ednan Ebû Emced namir e.”
Partiya Yekîtiya Suryan jî sersaxî ji Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û QSD`ê re xwest û got, “Şehîd Ednan Ebû Emced tevlî gelek hemleyên leşkerî yên herêma Bakurê Sûriyeyê bû. Di hezkirin û parastina welat de ji bo hevalên xwe mînak bû. Ew bi jiyana hevbeş a hemû pêkhateyên herêmê bawer bû.”
Minbic îro pakrewanê xwe dispêre axê
Li aliyê din hat zanîn ku xelkê Bakurê Sûriyê wê cenazeyê Fermandarê Melcîsa Eskerî ya Minbicê, Ednan Ebû Emced bi merasîmekê mezin li Minbicê îro bisipêre axê. Tê payîn ku merasîma cenaze îro saet 16.30ʹî de li goristana şehîdan a Minbicê bi rê ve biçe.
Jînegeriya Ebû Emced
Fermandarê Meclîsa Eskerî ya Minbicê Ednan Ebdulezîz Ehmed sala 1977ʹan li bajarê Minbicê ji dayîk bû. Zewicî ye û 2 kurên wî hene. Xwendina xwe ya seretayî li dibistana Baas a bajarê Minbicê xwend, asta navîn jî li dibsitana Ebû Fîras El-Hemedanî ya Minbicê xwend.
Ednan Ebû Emced di malbatekê de ku ji 6 kesan pêk tê, hatine dinê, Ebû Emced 7 salan bi birayê xwe re weke dermanfiorş kar dikir.
Bi destpêka Şoreşa Sûriyê re Ednan Ebû Emced tevlî nav refên Şoreşê bû û ji gelê Sûriyê re azadî xwest. Bi avakirina komên şoreşger re tevlî nav refên Artêşa Azad bû û li Girê Spî têkiliya wî bi Şervanên Cebhet El-Ekrad re gelekî baş bû. Piştî komên Artêşa Azad êrîşî Girê Spî, Til Eran û Til Hasil kir, Ebû Emced ji Artêşa Azad veqetiya û tevlî Cebhet El-Ekrad bû.
Di 15ʹê êlûna 2014ʹan de dema komên çete yên DAIŞʹê êrîşî Kobanê kirin, Ebû Emced berê xwe da Kobanê û li kêleka Fermandar Feysel Ebû Leyla li dijî çeteyên DAIŞʹê şer kir. Ebû Emced 6 mehan li kêleka Şehîd Ebdo Doşka li Kobanê şer kir. Ebû Emced di heman demê de yek ji damezirînerên QSDʹê ye û di pirraniya hemleyên QSDʹê yên rizgarkirinê de cihê xwe girt. Herî dawî jî tevlî hemleya rizgarkirina Reqayê bû û di 29ʹê tebaxê de şehîd bû.
Şervanê li dijî DAIŞ´ê
Elaqedarî şehadeta Fermandarê Giştî yê Meclîsa Eskerî ya Minbicê Ednan Ebû Emced de Nûnerê Taybet ê Qesra Spî di Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ´ê de Brett McGurk li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuiyaniyek belav kir û got, “Ji bo min cihê rûmetê bû ku min Abû Emced nas kir. Şervanekî li dijî DAIŞ´ê. Li vir ew bi dê û bavê xwe re ye ku li Minbicê hatin rizgarkirin. Wî doh (pêr) jiyana xwe li Reqa ji dest da. Xwedê wî bi rehma xwe şa bike“. McGurk pê re jî resmê ku dema di pêngava rizgarkirina Minbicê de mala dêûbavê xwe rzigarkirî û bi wan re rûniştî parve kir.
Hevserokê PYD´ê Salih Muslim jî bi hema rengî peyamek weşan û got, “Em bi şehîdên xwe serfiraz in, ew nemir in.”